Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş xwînê vedireşe!

Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune, niha jî xwîn vedireşe. Ligel ku Saziya Tipa Edlî rapora tehliyekirinê daye wî jî, Aktaş nayê berdan.

Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune û bi nexweşiya KOAH’ê ketiye, rewşa wî giran dibe. Aktaş di girtîgehê de bi nexweşiya tuberkulozê ketiye û xwîn vedireşe. Ligel ku Saziya Tipa Edlî 4 caran rapor daye ku Aktaş ‘nabe ku di girtîgehê de bimîne’, Aktaş nayê tehliyekirin.

Pîra wî Emîne Aktaş diyar kir ku di 7’ê Tebaxê de ew li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê çûye serdana neviyê xwe û rewşa wî hîç ne baş e.

Pîra wî ji ANF’ê re axivî û got: “Gelekî bêhal bû, nedikarî biaxive. Dema ku min li halê wî pirsî, diyar kir ku ew xwînê vedireşe. Ligel ku raporên wî hene lê neviyê min nayê tehliyekirin. Herdu destê wî tune, ew nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Gelo çima di girtîgehê de wî ye? Bila wî berdin, ez ê xizmetê ji neviyê xwe re bikim.”

Emîne Aktaş xwest ku neviyê wê û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.