Girtiyê nexweş binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê nivîsand

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Eniya Kedkarên Cemaweriyê yê bi nexweşiya Kronîk a Crohn Fatîh Ozgur Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtî ye, behsa binpêkirinên mafên wan ên li girtîgehê kir.

Girtiyê nexweş ê 41 salî, di nameya xwe ya ji Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) re nivîsî de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot.

Di nameyê de wiha hat gotin: “Ji roja ku nameya we ji me re hatiye heta niha gelek hevalên me yên kedkar ên çapemeniyê û hevpîşeyên me; êşkence kirin, destgîrkirin û avêtin girtîgehê. Hikûmeta AKP’ê; ji bo ku nûçeyên rastiyan, birçîbûn, xizanî û neheqiyê neyên ragihandin, her rê û rêbazê bikar tîne. ‘Qanûna sansurê’ delîleke din a bêhêvîtiya wan e. Beriya wê gelek rê ceribandin, lê nekarîn ‘serketinekê’ bi dest bixin. Ne qanûnên sansurê, ne destgîrkirin û ne jî dezenformasyonên ku bi rêya Midûriyeta Ragihandinê pêk tînin wê sûda xwe nebe. Mafê gel heye ku bigihêje nûçeyên rast û rojnamevanên rasteqîn wê ji bo dabînkirina wê her tim rêya xwe bibînin.”

Girtî Fatîh Ozgur Aydin, anî ziman ku rapora DFG’ê ya bi navê “Rojnamevaniya di navbera çar dîwaran de” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatiye dayîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê wiha vegot.

“* Di sewqên nexweşxane/dadgehê de, ‘lêgerîna nava dev’ û ‘pêlavên girtiyan derxistin û wana li erdê xistin’ ji aliyê cendermeyan ve dewam dike. Dema ku me ji ‘kabîneya hesas a X-Ray-metal’ re derbas dikin, personelên cendirme li wir radiwestin û di demekê de ku bêyî ku hewcedarî bi ferzkirina ‘lêgerîna nava dev û pêlavê de’ hebe dikarin sewqiyata me pêk bînin jî, lê wan ev yek qebûl nedikir û dîsa lêgerîn ferz dikirin. Ji ber ku em vê bêhiqûqî û nêzîkatiya keyfî qebûl nakin, me sewqî nexweşxane/dadgehê nakin.

* Di sala 2020’an de ji aliyê Îdare û Desteya Çavdêriyê ve biryar hatibû girtin ku em dikarin bi rêya kantîna derve morik û ta û hwd malzemeyên karê destan bikirin. Ligel ku du salin min dikarî bê pirsgirêk malzemeyan bikirim, lê bêyî ku biryarek were girtin niha kirîna min a malzemeyên karê destan tê asteng kirin.

* Piştî guhertina qanûna hevdîtinên vekirî û girtî ji saet û nîvekê daxistin saetekê.

* Wergirtina eşyayên qirtasiyê yên ku malbatên me di pakêtan de ji me re dişînin, tê astengkirin. Malzemeyên ku berê hatine û di embarê de ne jî nayên dayîn.

* Pirtûkên me yên ku li girtîgehên din bêyî astengî tên dayîn û tevî ku biryara dadgehê ya ‘komkirin-desteserkirinê’ li ser wan nîne jî, lê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn.

* Di her hejmartina sibehê de, dikevin hundurê hucreyên me û derdikevin jor û bi lêdana li şîşên hesinî yên girtîgehê re rewşek lêgerînê ya rastîn tê afirandin.

*Piştî jimartina êvarê gardiyan heta sibehê di navberên diyar de dikevin korîdoran û ji pencereyên li deriyên hucreyan re hundirê hucreyên me çavdêrî dikin. Bi şev piştî razanê, dema ku ev ‘çavdêrî’ tê çêkirin, ronahiya hucreya me tê pêxistin û çavdêriya hundirê hucreyê tê kirin. Dema ku deriyên korîdorê vedikin û digirin deng derdixin û ji ber wê em şiyar dibin.

* Berê paketên ku malbatên me ji me re dişandin, di bin çavdêriya me de û bi erêkirina me dihatin vekirin. Niha ew bêyî erêkirina me û li hawîrdorek ku em lê nînin vedikin. Tiştên ku ji paketê derdixin dikin lîste û îmzeya me dixwazin.

* Rêjeya ava germ-sar a rojane bi danîna kotayê hatiye sînordarkirin. Ji her kesî re rojê 200 lître ava sar - 50 lître ava germ tê dayîn. Bi gotineke din, ji me tê xwestin ku em bi satilek ava germ hem serê xwe û hem jî kincên xwe bişon. Daxwaza zêdekirina kotaya paqijiya hucreyê ya heftane nayê qebûlkirin.”

Aydin nameya xwe wiha bi dawî kiriye: “Hevalên hêja, helbet ji xeynî van gelek pirsgirêkên cuda jî hene. Têkoşîna me ya hiqûqî û heyî-rewa didome. Bila nameya xwe bi vê gotinê bi dawî bikim. Ez silav û hezkirina xwe ji hemû kedkarên DFG’ê re dişînim.”