Girtiyê nexweş Çelebî piştî ku hate berdan rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ku 28 salan di girtîgehê de ma, hatibû berdan. Ji ber ku tendirustiya wî xerab bû, ew rakirin nexweşxaneyê.

Mehmet Alî Çelebî (70)  28 salan di girtîgehê de ma û nexweş ketibû. Di 25’ê Tebaxê de ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê ji ber nexweşiyên xwe hat berdan. Rewşa Çelebî giran bû û rakirin nexweşxaneyê û hildan beşa venêrîna awarte. 

Çelebî piştî ku hatibû berdan li Nexweşxaneya Başakşehîrê hatibû tedawîkirin û hatibû tespîtkirin ku penceşêrê xwe berdaye pişika wî. Hat zanîn ku duh êvarê rewşa wî giran bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. 

Hate ragihandin ku rewşa Çelebî giran e.