Girtiyê lêgerîna tazî red kir, lê dan û lêpirsîn da destpêkirin

Selamî Keleş ê girtiyê nexweşê epîlîpsê ye, ji ber ku lêgerîna tazî red kir li wî hate dayîn. Derbarê Keleş lêpirsîn hate destpêkirin.

girtiyên nexweşê epîlîpsê Selamî Keleş ê ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Semsûrê hate kirin, di hevdîtina telefonê ya heftane ya li gel malbata xwe re binpêkirinên li wî hate kirin vegot. Keleş diyar kir ku 7’ê Gulanê dema sirgûnî Girtîgeha Bafra hate kirin, lêgerîna tazî li wî ferzkirin, ji ber ku ev yek qebûl nekiriye, ji aliyê 7 gardiyanan ve kirine odeyekê û bi darê zorê ew tazî kirin, li wî dane; heqaret lêkirine.

Keleş anî ziman ku li hemberî vê yekê bi dirûşman nerazîbûn nîşan daye, li odeya ku xistin karantînayê ne betenî û ne balîf nebûn û got: “Roja ku li min dan ez raneketi. Rakirin nexweşxaneyê, 45 deqeyan ma li bendê ku bêm muayînekirin. Doxtor di nava deqeyekê de got; ‘tiştek tine’ min dubare şandin girtîgehê. Niha li karantînayê me.

Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê jî di hevdîtina bi rêya telefonê ya heftane de kirî, diyar kir ku rojnameyan nadin wan. Karakaş got: “Rê nadin ku nûçeyên rojnameya ku lê kar dikim bixwînim. Ev nêzîkatiyeke kêfî ye.”