Girtiyê ku xwe şewitandibû nabin nexweşxaneyê

Yakûp Brûkanli yê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû, ligel ku dest, mil û pêyên wî nagirin, wî nabin nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê li dijî zextên ku zêde bûne û tecrîda giran 40 girtiyan di 4’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Girtiyê bi navê Yakûb Brûkanli yê ji Rojhilat ku ew jî di greva birçîbûnê de bû, li hemberî tecrîda giran di 28’ê Cotmehê de xwe şewitandibû.

Girtiyê bi navê Mehmet Işiktaş ê ku ew jî di heman girtîgehê de ye, di hevdîtina bi malbatê de diyar kir ku ew du meh in di greva birçîbûnê de ye û daxwazên wan nayên bicihanîn. Işiktaş diyar kir ku daxwazên wan nayên bicihanîn û ji 23’ê Tebaxê û vir ve ew di hucreyên yekkesî de ne.

Işiktaş derbarê Yakûb Brûkanli yê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû got “Hevalê me Yakûp di bedena wî de şewatên di asta duyemîn de hene. Mil, dest û pêyê wî nagirin. Hê jî di hucreyê de ye.Dibe ku enfeksiyonê bigire. Yakûb dixwaze biçe nexweşxaneyê lê wî nabin.”

Işiktaş diyar kir ew 40 girtî di greva birçîbûnê de ne û heta ku daxwazên wan bi cih were wê grevê bidomînin û got “Em dixwazin hevalê me Yakûb were tedawîkirin, me têxin heman qawîşan, saetên bêhnstendinê were zêdekirin, bila mialemeya xerab were bidawîkirin.”

Işiktaş bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bila werin girtîgehê.