Girtiyê bi navê Huseyîn Aydin: Jiyana me di xetereyê de ye

Huseyîn Aydin ê ku di girtîgeha Edîrneyê de ye, diyar kir ku gardiyan gefan li wan dixwin û got “Jiyana me di xetereyê de ye.”

Huseyîn Aydin ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye, di mafê xwe yê axaftina bi telefonê de, bi malbata xwe re axivî. Aydin got “Li vir binpêkirinên mafan zêde bûne. Bi darê zorê odeyên me diguherînin. Herî dawîn gardiyanan di hejmartina sibehê de gef li me xwarin û gotin “Em dikarin bi şev werin, bigirin ser vir’. Li vê derê jiyana me di xetereyê de ye. Dibe ku tiştên neyînî pêk werin. Tiştên ku hatin serê heval Garîbe Gezer dibe ku li vir were serê me jî.”

Sedat Aydin ê ku xizmê Aydin e diyar kir ku wî telefonî rêveberiya girtîgehê kiriye lê girtîgehê agahî nedaye wî.