Girtiyan hişyarî da: Dibe ku cinayetên komî çêbibin!

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê bi nameyekê bal kişandin ser astengkirina mafê tedawîbûnê ya 5 girtiyan û gotin, 'her gav dibe ku bimirin''

Di nameyê de ji girtiyên ku rewşa wan tê destnîşankirin yek jê 60 û yek jê 70 salî ye. Abdulrahîm Demîr (60), Ferzende Erbî (72), Abdullah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) Kerîm Boran (81) salî ne û di Komîsyona Adeletê cih digirtin ku li Îdirê malbatên xwîniyên hev li hev anîbûn. Hezîrana 2018'an ji ber ku di vê komîsyonê de bûn bi îdîaya 'endamên rêxistinê' ne û ''yekîtiya dewletê û yekerebûna welat xira kirine'' cezayê miebetê li wan hate birîn.

Di nameyê de ku ji girtiyên Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê Gabar Denlî, Yilmaz Bulut, Mazlûm Akdag, Huseyîn Aydin û Fuat Taş ji Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê re şandine, balê dikişînin ser rewşa çar gritiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehê.

Di nameyê de hate gotin girtî nayên teawîkirin û rewşa tendiristiya wan her ku diçe li wan giran dibe. Di eynî nameyê de herwiha hate bibîrxistin girtiyên bi navê Ibrahîm Akbaba û Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest dane.

Girtiyan diyar kirin rewş giran dibe û gotin, ''Dibe ku cînayetên komî çêbibin.''

Di nameyê de hate diyarkirin bi kêfî girtiyên nexweş nabin nexweşxanê, bi xweşî nayên mieyenekirin, dermanan bi derengî didin wan, piştî ku nexweşî tê asta ku nema dikarin tedawî bibin ji nû pêvjaoya tedawiyê dest pê dike.

Di nameyê de her wiha hate gotin cot kelepçeyan li wan dixin wiha wan dibin nexweşxanê û li nexweşxanê jî bi nivînan ve têne kelepçekirin.

Di nameyê de hate nexweşiyên girtiyên bi navê Ehettîn Kayar, Kerîm Boran, Ferzende Erbî, Abdulrahîm Demîr hate bibîrxistin û hate xwestin hevalên wan ên ku ji ber nexweşî û temenê xwe nikarin bi serê xwe jiyana xwe bidomînin bi demildestî werin berdan, heta ku werin berdan tedawiya wan were kirin, ev hevalên wan dema ku birin nexweşxanê divê bi ambûlansê wan bibin, dermanên ku hewce ne bi kar bînin divê bidin wan û neyê astengkirin û heqê van dermanan dewlet bike û heta ku bêne berdan wan bibin girtîgehên nêzî malbatên wan.