Girtina rojnamevanên Kurd hate şermezarkirin: Ev bêdengî wê we jî bişewitîne

Rêxistinên rojnamevanan girtina rojnamevanên Kurd şermezar kirin û gotin, "Ev bêdengî wê we jî bişewitîne."

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) têkildarî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê li Qada Şîşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên her 9 rojnamevanan li ser hebû û “Çapemeniya Azad serî natewîne” dinivîsî hate vekirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê û rêveberên partiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG), Komeleya Lêkolînê ya Kurd û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Wêneyên rojnamevanên hatin girtin û dowîzên “Çapemeniya şoreşger û demokrat nayê bêdengkirin” , “Ji rojnamevanên girtî re azadî” , “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” , “Ji Apê Mûsa û vir ve çapemeniya azad li ber xwe dide” , “Em pênûsê Gûrbetellî yê ku nayê çemandin in” hatin hilgirtin.

'EV BÊDENGÎ DÊ WE BIŞEWITÎNE'

Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû diyar kir ku di 4 mehên dawî de 25 rojnamevan hatin girtin û wiha got: “Çi bikin bila bikin wê çapemeniya azad serî natewîne. Dema Ozgur Ulke hate bombekirin me gotibû ‘Ev şewat dê we jî bişewitîne’. Niha jî em dibêjin ‘Wê ev bêdengî we bişewitîne’. Ji ber vê yekê daxuyaniya me banga piştevaniyê ye. Çapemeniya azad dîmena ku hûn dixwazin nade we, em soza vê didin we.”

Endama Desteya Rêveberiya DFG’ê Nişmiye Guler bi bîr xist ku endamtiyên DFG’ê kirine mijara sûc û wiha got: “Em bang li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê û dozgerên ji vê yekê re bûne amûr dikin. Komeleya me saziyeke bi temamî qanûnî ye û her cure baceya xwe dide. Hewldanên we yên ji bo dîtina delîlên têrker ji bo girtina hevalên me û hilberîna sûcan bi rêya komeleya me jî pûç in.”

Guler destnîşan kir ku ev êrişên li dijî çapemeniya Kurd bi armanca bêdengkirin û veşartina rastiyan tên kirin û wiha berdewam kir: “Desthilata ku di dijminatiya kurdan de tu sînoran nas nake wê nikare bi tu awayî rojnamevanên Çapemeniya Azad bêdeng bike. Xebatkarên Çapemeniya Azad bi hemû pratîka xwe nîşandan ku ne duh ne jî îro li dijî tu zextan serî netewandine. Em weke rojnamevanên ku hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe û Nagîhan Akarselan digirin em ê li dijî van êrişan serî netewînin.”

Guler bi bîr xist ku ji salên 1990’an heta niha li dijî çapemeniya Kurd êriş hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila desthilat vê baş bizane ku çiqas zextan bikin, qanûnên sansurê derxînin, rojnamevanên Kurd bi gef, zext, binçavkirin û girtinan dest ji têkoşînê bernadin û serî natewînin. Em ji vir bang li medyaya qaşo mûxalîf ku hevalên me hedef nîşan dan jî dikin. Ji aliyekî dibêjin daraz ne serbixwe ye li aliyê din jî dema êriş li dijî kurdan dibin berdevkiya desthilatê dikin. Dest ji vê yekê berdin.”

'JI ROJNAMEVANAN RE AZADÎ'

Guler bi lêv kir ku êşkenceya li dijî rojnamevanan ji malê dest pê kir heta girtîgehê berdewam kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “9 hevalên me bi rojane di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Dest ji îşkencekirina hevalên me berdin. Em jî weke hevalên me yên tevî van îşkenceyan serî netewandin û 16 hevalên me yên di 16 hezîranê de hatin girtin ji vir careke din qîr dikin; ‘Çapemeniya Azad serî natewîne’. Em bang li hemû rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî dikin; ne em bila desthilat bitirse, werin em van êrişan bi hev re pûç bikin. Em ji hemû rojnamevanan re azadiyê dixwazin.”

Nûçegihanê MA’yê Ergîn Çaglar jî diyar kir ku bêyî ku îdianameya 16 hevalên hatin girtin bê amade kirin 9 rojnamevanên din jî hatin û got: “Me hemûyan dît ku dema 11 hevalên me hatin destgîrkirin mûameleyeke çawa lê kirin. Nîşanî wan dan ku çawa serî natewînin. 9 hevalên me peyam jî şandin. Em jî careke din dibêjin; Çapemeniya Azad ji we re serî natewîne.”

'DIVÊ EM TEVÎ CIVAKÊ TÊBIKOŞIN'

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî bi lêv kir ku piştî Qanûna Sansurê 9 hem pîşeyên wan hatin giritn û wiha got: “Hincet xebatên wan ên pîşeyî ne. Desthilateke ji nûçeyê û nûçegihan re dijmin heye. Qanûna Sansurê û girtina hevalên me yên rojnamevan parçeyekî vê ye. Em ê tevî Qanûna Sansurê û girtinan ragihandina nûçeyên xwe bidomînin. Divê em li vî welatî nûçeyan ji sûcbûnê derxînin. Divê civak jî bibîne ku parçeyekî vê ye. Bi girtin û bêdengkirina rojnamevanan civak jî ji mafê xwe yê nûçe girtinê mehrûm dimîne. Divê em bi civakê re têbikoşin. Di serî de hempîşeyên me yên dawî hatin girtin dixwazin hemû hempîşeyên me demildest bên berdan.”

'BILA JI MÛSA ANTER HETA VAN ROJAN BINÊRIN'

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî da zanîn ku hewl didin dengê çapemeniyê bibirin û wiha got: “Di hemû çalakiyan de rojnamevan bi tundiyê re rûbirû dimînin, peywîra çapemeniyê tê astengkirin. Pênûsê ku nikarin bikirin hewl didin bi kelemçeyan bêdeng bikin. Kesên difikirin ku wê bi vê operasyonê dengê çapemeniya azad bibirin bila ji Mûsa Anter heta van rojan binêrin. Zilma we zordariya we wê nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”

Dûre daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” , “Destgîrkirin, girtin û zext nikarin me têk bibin” , “Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin” bi dawî bû.