Girtina rojnamevanên Kurd hat protestokirin

Girtina 16 rojnamevanên Kurd di serî de li Amedê li gelek cihan hat protestokirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) girtina rojnamevanên ku di encama lêpirsîna ku di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes di 8’ê Hezîranê de hatibûn destgîrkirin. Di çalakiyan de girtina Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn hate protestokirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, rêxistinên sivîl, rojnamevan û bi sedan kes beşdarî çalakiya li ber avahiya DFG’ê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Hûn ê nikaribin me bêdeng bikin" hat vekirin.

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç got, "Em ê pênûsa hevalên xwe yên girtî li erdê nehêlin."

Hevseroka DFG Dîcle Mûftûoglû diyar kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ji salên 90’î û vir ve li ber xwe dide ku rastiyan ji raya giştî re ragihîne û wiha got: “Cih hat li kolanan hatin qetilkirin, cih hat cihên karê wan hat bombekirin, cih hat mifte li deriye wan hat xistin. Belê rengê êrîş û zextan guherî, lê cewherê wê neguherî. Yên ku duh li nîvê kolanê xwestin me qetil bikin îro me destgîr dikin û digirin.”

Mûftûoglû da zanîn ku îro rojnamevan ji aliyê sîstema darazê ya jiberkirî tên girtin û got “Sûcên li rojnamevanên hatine girtin xebatên rojnamegeriyê ne. Careke din derket holê ku sedema girtinê encama bêtehamulî û nêzîkatiyeke antîdemokratîk e.”

Mûftûoglû, anî ziman ku çapemeniya azad serî li ber tu êrîşan natewîne û diyar kir ku van êrîşan çapemeniya azad hîn mezintir kiriye û got, "Desthilatdarî ji çalê ku ketiye tê de bi bêdengkirina rojnamevanan dixwaze derkeve.”

Muftûoglû da zanîn ku hikûmet tenê destûrê dide çapemenî û dezgehên çapemeniyê yên alîgirê xwe û wiha domand, “Divê gel tenê guh bide gotinên wan. Lê em jî dibêjin ji bo ku rastî derkeve holê çi berdêl pêwîst be em ê bidin. Di her rewşê de ev fermana derewan, li dijî zîhniyeta qirêj a ku hewl dide azadiyan bixin qefesê, em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bidomînin."

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Navê 16 rojnamevan di çalakiya rûniştinê de hatin xwendin û hemûyan bi hev re gotin "Em li vir in." Daxuyanî bi dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Berxwedan Jiyan e", "Amed raneze, xwedî li çapemeniyê derkeve " bi dawî bû.

MÊRSÎN

Rojnamevanên Mêrsînê jî girtina 16 hevalên xwe yên li Amedê şermezar kirin.

Nûçegihanê Rojnameya Guney a Mêrsînê Abîdîn Yagmûr diyar kir ku girtina rojnamevan ne hiqûqî ye û got: “Girtina rojnamevan bi temamî biryarek siyasî ye. Rojnamevanên Kurd her dim dibin armanca êrişên îktidarê. Armanca girtina rojnamevanên Kurd ew e ku rastî neyên ragihandin. Dixwazin xebatên rojnamevaniyê bikin hedef.”

Rojnamevana serbest Gamze Şîmşek jî destnîşan kir ku girtina rojnamevanan astengkirina wergirtina mafê nûçeyan a gel e.

Mahmut Sonmez ê ku li Mêrsînê rojnamevaniya serbest dike jî da zanîn ku 16 hevpîşeyên wan ji ber heqîqetê nivîsandine û vegotine hatine girtin.

Edîtora Îlerî Haberê Ayşenûr Onal jî destnîşan kir ku rojnamevan bi awayek nehiqûqî hatine girtin û wiha got: “Îktidara AKP’ê dîsa şev nîvê şeve hevpîşeyên me da girtin. 16 rojnamevanên Kurd tene ji ber pîşe û nasnameya xwe hatin girtin. Ev biryar biryarek dijhiqûqî ye. AKP beriya hilbijartinê dixwaze ku çavê gel bitirsîne û nahêle ku rastî werin belavkirin. Em ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Heta ku hemû hevalên me bên berdan bila raya giştî baş bizanibe em ê li ber xwe bidin.”

ÎZMÎR

Rojnamevanên Îzmîrê jî girtina rojnamegerên Kurd protesto kirin.

Seroka Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê Dîlek Gappî diyar kir ku xeleka li dora rojnamevan her ku diçe bêhtir teng dibe û wiha got: “Ji hêlekî ve Qanûna Çapemeniyê tê guherandin û li hêla din jî avadaniyên saziyên çapemeniyê tên guherandin. Dibe ku ev yek girêdayî hilbijartinê û helwestên siyasî be.  Lê meseleya esasî ew e ku azadiya çapemeniyê nayê naskirin. Ji me re dibêjin; ‘ne azadiya çapemeniyê lê azadiya hêzê heye.’ Li hêla din jî rojnamevan tên girtin. Em ê li dijî van neheqiyan bêdeng nemînin. Di nava azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149’an de ye. Dê demekî kin de bikeve rêza 180’an.”

Gappî bang li saziyên çapemeniyê yên profesyonel jî kir û xwest ku bibin yek.

Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Herêma Egeyê Ozer Akdemîr jî da zanîn ku ev 10 sal in zextekî giran li ser rojnamevanên Kurd heye û wiha pê de çû: “Ji bombekirina rojnameyan heta qetilkirinê, gelek tişt li ser rojnamegerên Kurd hat pratîzekirin. Bi girtina 16 rojnamevanan re xuyaye ku dê desthilatdarî zexta xwe hîn girantir bike. Ji bo êrişa li dijî çapemeniyê jî bi girtina rojnamevanên Kurd dest pê kirin. Divê rêxistinên rojnamegeriyê û rêxistinên ked û demokrasiyê helwesteke xurt nîşan bidin.”

Rojnamevan Mazlum Vesek de jî diyar kir ku rojnamevan ji ber karê xwe tên destgîrkirin û girtin û got “Divê hemû qanûnên pêşiyê li azadiya fikr û raman digirin bên guherandin. Divê em xwedî li rojnamegerên girtî derkevin. Fikr û ramanên wan çi dibe bila bibe divê rojnameger xwedî li hempîşeyên xwe yên hatine girtin derkevin. Divê xwe ji vê nedin paş.”

Nûçegihana Rojnameya Îzmîr Îlkses’ê  Çagla Genîş jî bertek nîşanî girtina rojnamevanan da û wiha axivî: “Ev bi roja ye li Amedê li dijî hempîşeyên me êrişeke tepisandinê heye. Ev yek cihê şermizahiyê ye û em bi hêrseke mezin dişopînin. Hewl didin çapemeniya azad, çapemeniya Kurdan bêdeng bikin. Lê dê nekarin zarokên Apê Mûsa ku li pey heqîqetê ne bêdeng bikin. Ji bo mafê agahîgirtinê yê civakê, ev hevalên me gelek caran bêyî ku canê xwe bifikirin dixebitiyan. Bêdengiya li hemberî girtina wan, hevkariya sûc e. Banga me ew e ku hemû kes xwedî li hêza heqîqetê derkeve.”

 JI ROJNAMEVAN Û NIVÎSKAR NERAZÎBÛN

Rojnamevan-Nivîskar Huseyîn Aykol got, "Em ê hîn bêhtir bixebitin. Ji ber ku 12 hevalên me yên rojnamevan li girtîgehê hebûn û 16 rojnamegerên girtî zêde bûn. 28 hevalên me yên rojnamevan di girtîgehê de ne, hûn dizanin?"

Prof. Dr. Yaman Akdenîz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "16 rojnamevanên Kurd ên 8 roj hatibûn destgîrkirin, şeva borî hatin girtin. Em ê tu carî bêdeng nemînin."

DÎSK Basin-Îş di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de wiha got: “Roja ku qanûna sansurê ji aliyê komîsyonê ve hate derxistin danê sibehê 16 rojnamevan hatin girtin û piştî 2 saetan rojnamevan Încî Hekîmoglu di mala xwe de hat destgîrkirin. Cihê rojnamevanan dadgeh e, ne girtîgeh e; navendên nûçeyan e. Hemû rojnamevanên girtî û destgîrkirî divê bên berdan. Em ê di her şert û mercî de heqîqetê, mafê gel ê agahiyê biparêzin."

Ji rêxistinên jinan jî bertek hatin nîşandan. Piştevaniya Mor got, “Ji 20 rojnamegerên di 8’ê Hezîranê de hatin destgîrkirin 16 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevanên ku îro jî bi awayekî derhiqûqî hatin destgîrkirin, demildest serbest berdin. Ev êrîşa li dijî rojnamevanan û mafê agahdarkirinê yê raya giştî ne tesaduf e. Rojnamevan ne bi tenê ne. Rojnamevanî ne sûc e."

Komeleya Jinan a Rosa “Em şîdeta edlî ya ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî wan tên, qebûl nakin. Dengê çapemeniya azad, têkoşîna wê ya heqîqetê nayê qutkirin. Rojnamevanî ne sûc e.”