Girtî: Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak gefê li me dixwe

Ozan Alpkaya ku li girtîgeha Kiriklarê di grêva birçîbûnê de ye got, Midûrê Girtîgehê Haydar Alî Ak gefê li wan dixwe. Girtiyan gotin, ''Ewlehiya me ya jiyanî nîne.''

Li Girtîgeha Tîpa F ya Girtî ya Nimro 2 a Buca Kiriklar Izmîrê li dijî kirinên bi asta êşkenceyê grêva birçîbûnê ya domdar û dorveger ku 28'ê Mijdarê dest pê kirî didome. Girtî Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan çalakî dane destpêkirin. Çalakî kete roja 59'an. Girtî Mahîr Çakir, Şaban Sidal, Ibrahîm Tîkan jî 27'ê Mijdarê tevlî çalakiyê bûn.

Hat gotin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F Nimro 2 a Kiriklarê piştî ku Haydar Alî Ak Tebaxa 2021'an bûye midûrê girtîgehê dest pê kiriye.  Hate gotin Ak berdewam Esat Oktay Yildiran e ku li Zindana Amedê êşkenceya dij mirovî li girtiyan dikir.

Wekîla HDP'ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbaya û parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnaên Azadiyê Alî Îhsan Bey 17'ê Çile xwestin ku Alî Ak bibînin lê Ak ev qebûl nekir.

Ji girtiyan Ozan Alpkaya 23'yê Çile bi malbata xwe re bi telefonê axivî û piştî hevdîtina Kemalbay û OHD'ê ya bi rêveberiya girtîgehê re Alî Ak gef li girtiyên di grêva birçîbûnê de ne, xwariye û ewlehiya wan a jiyanî nîne.

Alpkaya got, ''Êdî ti ewlehiya me nîne. Bİ gotina, 'xwe kuştin dibe ku cenazeyê me ji vir derkeve''. Alpkaya got li ser laşê girtiyên di grêvê de û di devê wan de birîn çêbûne û xwest ku raya giştî piştevan be.

Rêvebera EGE TUHAYDER'ê Selma Altan diyar kir li dijî zexta li ser girtiyan divê tevgereke bi lezgînî çêbibe û got, ''Ji bo rewşa jiyanî ya hevalên me yên girtî em pir mitaleyan dikin.''

Altan got Haydar Alî Ak zext zêde kirine û got, ''Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bi rengekî divê ev midûr were sekinandin. Ev zilam wiha bi kê bawer e ku van zextan dike? Li pişt wî kîjan hêz hene?''

Altan wiha domand: ''Em pê dizanin ku Haydar Alî Ak xwe bi rengê, ''Ez berdewama Esat Oktay im. Derheqê min gelek tişt hatin nivisîn. Tiştek ji min nayê'' pênase dike. Berê jî li gelek girtîgehan maye û pir êşkence kiriye. Li girtîgehên ku lê maye êşkence dom kiriye. Çeng û parsûyên gelek girtiyan şikandiye. Dema ku li Girtîgeha Tekîrdagê peywirdar bû du girtî mirine. Sicîla vî midûrî ne paqij e. Biya me rayedar vî kesî diparêzin.''