Girseya gel benda polîsan derbas kir, cenazeyê Ayhan hate veşartin- NÛ BÛ

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, birîn Siwêregê. Polîsan êrîşî girseya gel kir û encam negirtin.

Bi hezaran kes cenazeyê siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletêya Sîweregê wergirtin û ji bo helaliyê birin mala lê ji dayik bûye.

Cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan piştî duh di sînorê Xabûrê re derbasî Sîlopî bû, serê sibê anîn Navçeya Sîweregê. Girseya mezin ku piranî ji siyasetmedarên Kurd pêk tê, piştî cenazeyê Ayhan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê girtin, cenaze ji bo helaliyê birin mala ku Ayhan lê ji dayik bûye.

Di merasima cenaze de Hevserokên Giştî yê KCD'ê, Endamên Dîwana KCD'ê, Hevserokên Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temelli, Hevşaredarê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî kiribûn, Ahmet Turk, Hevşaredarê Agiriyê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin Sirri Sakik, parlamenterên HDP'ê, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Endamên TJA, rêveberên HDP'ê yên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Mêrsîn, Edene, Semsûr û navçeyên wan, Nûnerên saziyên civakî, Hunermend Ferhat Tunç û bi hezaran kesên din amade bûn. Girseya beşdarî merasimê bûn bê navber dirûşmeya "Şehit Namirin" berz dikin. Bi hezaran kesên beşdarî merasîma cenaze bûn ber bi mala Ayhan lê ji dayik bûye ve dimeşin.

Dema cenaze ji morga nexweşxaneyê hate standin Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan axivî û got: "Êdî mirov nikare li mala xwe xwarin bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û Serokomarekî çawa heye ? Kesên çek nexistine destê xwe dibêje ‘propaganda terorîstan' kirine. Terora çi? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da bişewitînin. Êdî bes e. Hevjînêmin ji ser vê axê re reviya. Çû rastiyê ji cîhanê re bêje. Ew mirovê kûr bû. Ew pirtûk bû, felsefevan bû. Her kesî jê hez dikir. Ma sûcê me çi bû? Hevjînê min tenê aştî xwest."

‘DESTÊ MIN DI QIRÎKA TE DE YE’

Dayika Ayhan Zekiye Ayhan jî got: "Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser piyan bim. Îro ji bo Birahîm destê min wê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir. " Di merasimê de wêneyê Ayhan ê mezin rakirin. Welatiyên tev li merasima Ayhan bûn jî wêneyên Ayhan bi singa xwe vekirin. Li gel astengiyên polîsan jî bi sedan maşîne çûn mala Ayhan û ji wir jî çûn goristana Nato. Merasîma cenaze didome.

BENDA POLÎSAN HATE RAKIRIN

Welatiyên Siwêregê dema karwanê cenaze li kolan û navenda bazarê re derbas dibe bi nîşaneyên serkeftin û dirûşme berz kirin.

Li ser rêya karwanê cenaze jê derbas bibe polîsên sivîl hatin bicihkirin. Polîsan xwest welatiyên nîşaneya serkeftinê berz kirin dûr bixe, lê welatiyên Siwêregê guh nedan astengiya polîsan. Destpêkê karwanê cenaze wê biçûya mala malbatê lê ji ber tevlîbûna zêde polîsan berê karwanê cenaze da Goristana Nato yê.

Bi deh hezaran kes ji wesayîtên xwe hatin xwarê û ber bi goristanê ve meşiyan. Cenazeyê Ayhan bi ala HDP’ê hate pêçan û piştre gireseya gel ala kesk, sor û zer danî ser cenaze. Gel darbesta Ayhan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi ser milan kirin. Polîsan li nêzî goristanê êrîşi gel kir.

Bi deh hezaran kesên beşdarî merasîmê bûyîn benda polîsan a li goristanê derbas kirin û çûn goristanê. Girseya gel dema cenazeyê Ayhan birin mizgefta goristanê polîsan bi Drone ji hewayê dîmen girt. Cenazeyê Ayhan bi diayan hate veşartin.

TURK: XEBATEKE GIRÎNG Û BI RÛMET MEŞAND

Di merasîmê de Ahmet Turk axivî û ji bo Ayhan wiha got; “ Îbrahîm ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Em li ser navê gelê kurd spasiya xwe dikin. Gelê kurd dê tu carî te ji bîr neke. Tu dê her dem di dilê gelê kurd de bî."

BÛLDAN: ÇAVÊ TE LI PAŞ NEMÎNE

Pervîn Bûldan jî wiha got; “Li girtîgeheê êşkence li Ayhan kirin. Dewletê herî dawî ew mecburî sirgûnê kir. Lê wî her dem li dijî zilma ku li ser kurdan rewa dimîne şer kir. Hevalê me tekoşerekî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Rêhevalê me Îbrahîm bedelekî giran da. Kedek mezin da têkoşînkê. Lê ji ber zextên dewletê warê xwe terk kir. Ji bo nexweşiyên xwe nekaribû li welat derman bibe. Em dê tekoşina te û doza de bilind bikin û berdewam bikin. Bila çavê te li pişt nemine. Emê li têkoşina te xwedî derkevin."

Biraziya Ayhan Fatoş Ayhan jî diyar kir ku Ayhan melekê başiyê bû û wiha got: "Ayhan her dem li cem kesên rastî zilmê dihat bû. Li pişta bindestan bû. Tu carî ji peywirê nedireviya. Tu li Sûr, Nisêbîn û Pirsûsê siperê canê sivîl bû. Oxirn be lehengê min, oxir be. Silav ji têkoşîna te re. "