Giliyê SADAT’ê ya ku ‘rêxistina sûc a paramîlîter’ e hate kirin
Heyeteke CHP’ê derbarê SADAT’ê ya ku ‘rêxistina sûc a paramîlîter’ a Erdogan de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kir.
Heyeteke CHP’ê derbarê SADAT’ê ya ku ‘rêxistina sûc a paramîlîter’ a Erdogan de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kir.
Serokwekîlê Koma CHP'ê ya Parlamentoyê Bulent Tezcan, bi şandeyekê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliyê SADAT'ê kir. Piştî giliyê şandeya CHP'ê li ber edliyeyê daxuyanî da.
Tezcan, di daxuyaniyê de diyar kir ku ji parvekirin û peyamên ku parve dike xuya ye ku SADAT rêxistineke sûc e, karûbarên paramilîteriyê dike û bi piştgiriya Qesrê tevdigere.