Civîn li salona konferansê ya Lilo Herman Sêşemê pêk hat. Di civînê de Fermandarê Yekîneya Gerîlayên Bejahiyê ya Dersimê yê MLKP/FESK'ê Taylan Kûtlar (Adîl Yildirim) û gerîla Hidir Çalli (Ozkan Aslan) ku 10'ê Tîrmehê li navçeya Pilur a Dersimê ji ber êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di şexsê wan de her wiha sê gerîlayên HPG'ê yên di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û sosyalîzmê dest pê kir û piştre sînevîzyon hate nîşandan.
Di civînê de daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP'ê ya der barê gerîlayên şehîd bûne hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke partiya Taylan û Hidiran wê timî bibin pêşengên komunîst.
Di civînê de nûnerên saziyan axivîn û nêrînên xwe parve kirin. Civîn bi qîrîna dirûşma "Şehîdên Dersimê namirin" bi dawî bû.