Gerîlayên MLKP/KKO'yê li ber dagirkeriyê radibin

Gerîlayên MLKP/KKO yên li qadên gerîla ne, diyar kirin ku dewleta Tirk wê hesabê kiryarên xwe bide û ji bo vê jî çi dikeve ser milê wan wê bikin.

Gerîlayên MLKP/KKO li dijî artêşa Tirk a mêtinger ku bombeyan li qadên gerîla dibarîne, daristanan/gundan dişewitîne, komkujiyan li jin, zarok, sivîlan dike, li dijî jin ên pêşeng ên polîtîk sûîqestan dike, bang li jinên kedkar kirin ku têkoşînê mezin bikin.

Gerîla Dîcle Serhildan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker şerekî qirêj li dijî gerîlayan dimeşîne û got, "Lê belê ti carî nekariye îrade û berxwedana gerîla bişikîne. Em; jinên komunîst li qada gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker têdikoşin. Em ê vê zîhniyetê têk bibin. Banga min li jinên kedkar hemûyan e; tevlî refên vê şoreşê û gerîla bibin û bibin hevparê serketina azadiyê."

Şevîn Roza jî anî ziman ku ew; jinên komunîst li qadên gerîla ne û got, "Dewleta Tirk a faşîst her roj bombeyan li çiyayên Kurdistanê yên azad dibarîne, lê belê nikare îradeya gerîla bişikîne. Bila dewleta Tirk a faşîst baş zanibe; di her kêliyê de wê fîşeka me li sînga wan bikeve û hesabê her şehîdan wê bê pirsîn."