Gerîlayên HPG'ê li Colemêrgê çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG'ê li dijî qereqolên Bêgijnê û Çemanê yên navçeya Şemzînanê û li hemberî leşkerên li girê Havanê yê navçeya Çelê çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîlayên HPG'ê di 21'ê Gulanê de li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî li ser çalakiyan hatin dayin:

"Roja 21'ê Gulanê saet di 08:00 de, hêzên me bi rengekî hevdemî li dijî leşkerên li ser rêya gundê Bêgijnê û qereqolên Bêgijnê û Çemanê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn. Encama van çalakiyan nehate zelalkirin.

Roja 21'ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me li dijî leşkerên li girê Havanê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperekê hate xistin û ev çeper hate rûxandin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû."