Gerîlayên HPG'ê: Em bi ruhê Şêladizê li ber xwe didin

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze Xakurkê dagir bike û qada Bradostê vala bike. Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

Di navbera leşkerên artêşa Tirk ên xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine û gerîlayên HPG'ê de şer didome. Gerîlayan diyar kirin ku ew bi gel re li dijî dagirkiriye li ber xwe didin.

DIVÊ GELÊ ME SERÎ HILDE

Gerîlayê HPG’ê yê bi navê Dersîm Sakîne ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûye wiha axivî: “Weke tê zanîn li Bakur û Başûrê Kurdistane êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hene, nexasim jî li herêma Bradostê. Pêwîst e em van dagirkeran baş nas bikin, gel jî baş bizane ka armanca dagirkeran çi ye û bi kê re şer dikin. Dewleta Tirk, li ser navê ‘tinekirina Tevgera Azadiyê’ li ser xaka Başûrê Kurdistanê şer daye destpêkirin, lê armanca van êrîşan tinekirin gelê Kurd e. Pêwîst e gelê Kurd rastiya van dagirkeran bibîne û vê dagirkeriyê qebûl neke. Ew cihên ku niha artêşa Tirk hewl dide dagir bike, bi armanca tinekirina tevahiya gelê Kurd û dagirkirina xaka Kurdistanê dike."

PÊWÎSTÊ GELÊ ME DAGIRKERAN BAŞ NAS BIKE

Dersîm Sakîne di berdewama axaftina xwe de got, "Pêwîst e dagirkeriya dewleta Tirk baş were famkirin. Ji ber ku ev êrîş, ne tenê li dijî PKK’ê tê kirin, li dijî tevahî gelê Kurd e. Xaka Kurdistanê tê bombabaran kirin, dixwazin gelê Kurd li ser xaka xwe weke penaberan bijî. Di encama her êrîşeke balafirên şer ên dewleta Tirk de tenê zarok, dayik û gelê sivîl şehîd dikeve. Gelê herêmê qetil dikin, dibejin me li baregehên PKK’ê daye.

Bi van polîtîkayan dewleta Tirk bi xwe xwe derewkar derdixwe û xwe bi van derewan dixapîne. Di bin navê PKK’ê de êrîşî gel dikin. Lê pêwîst e gelê Kurd baş bizane, em ji bo parastina vê xak û gelên Kurdistanê têdikoşin. Pêwîste ciwanên Kurd baş bizanin, ev dagirkerî ne li dijî PKK’ê ye, li dijî  dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Pêwîste gelê Kurd û bi taybet jî gelê Başûrê Kurdistanê bi ruhê serhildana Şêledizê li dijî vê dagirkeriyê serî rake. Divê gel û gerîla hev temam bikin. Pêwîste çiya û ciwan hev temam bikin. Çawa ku çiya gel diparêze, ciwan jî pêşengên civakê ne, pêwîste hev temam bikin. Ciwan li dijî vê dagirkeriyê berê xwe bidin çiyayên azad, li dijî dagirkeran xaka xwe biparêze."

'ARMANC DAGIRKIRINA XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE'

Gerîlayê HPG’ê Helo Helmet jî li ser dagirkeriya dewleta Tirk wiha axivî: “Weke tê zanîn her roja ku diçe dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Ji bo ku em pêşî li vê dagirkeriyê bigirin, pêwîst e weke her Kurdekî em xwedî li xaka xwe derkevin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin. Dewleta Tirk li Xakurkê li ser navê şerê li dijî PKK’ê gelê Kurd qetil dike. Bi hinceta ku PKK’ê xilas bike, dixwaze hîn zêdetir xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Pêwîst e her ciwanekî Kurd, li dijî vê dagirkeriyê bibe bersivek. Pêwîst e gelê Kurd tirseke wisa di nava artêşa Tirk de çêke ku dema navê Kurd bibihîse dest û lingên wan bilerize ji tirsa."

'GEL Û GERÎLA WÊ DAGIRKERAN TÊK BIBIN'

Gerîla Helo Helmet bal kişand ser raperîna Şêladizê û wiha domand: "Divê tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê bi ruhê serhildana Şêledizê li dijî dagirkeriyê serî hilde. Pêwîste dagirker bizanin Kurd hene û hebûna Kurdan ti caran nayê tinekirin. Di bin navê şerê dijî gerîla de, herêma Bradostê bombabaran dike û ziyanên mezin gihandiye bax û baxçeyên welatiyan. Dixwazin xak û xwezaya Kurdisatnê talan û wêran bikin. Pêwîste ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê serî hildin. Em; gerîla heta dawî gel û xaka xwe biparêzîn. Herî dawî jî bang li tevahî ciwan û gelê Başûrê Kurdisatnê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê rabin ser piyan, li ber xwe bidin û xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."