Gerîlayan li Xakurkê, Bagok û Bazîdê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Bagokê çalakiya sabotajê li dar xistin, li Bazîdê jî li qereqola Tepêrêz dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

XAKURKÊ

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoregşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 13’ê Îlonê saet 18:00’an li dijî kepçeyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Lêlîkan yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diçû çalakiya sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kepçe bi temamî hate rûxandin û leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bêseruber herêm bombebaran kir. Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

BAZÎD

Hêzên me yên YJA-Starê bi çarçoweya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê  roja 14’ê Îlonê li dijî qereqola Tepêrêz yê navçeya Bazid a Agiriyê çalakiyek lidarxist. Ji du baskan ve qereqola dijmin hate hedef kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

MÛŞ

Roja 8’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Şehîd Axin ya li herêma Başurê Mûşê yê girêdayî Eyaleta Amedê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê balafirên şer navbera saet 13:30 û 14:30’an de, saet 16:00’an ji helîkopteran herêm bombebaran kirin. Roja 9’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî li herêmê xebatên lêgerinê dane meşandin.

Roja 11’ê Îlonê navbera saet 17:00 û 19:30’an de balafirên şer ên dagirkeran û helîkopteran dîsan herêm bombebaran kirin. Piştî bombebarana 12’ê Îlonê ya bi helîkopteran, bi helîkopterên Skorsky artêşa TC’ê leşker danîn herêmê. Dagirkerên ku heman rojê li eraziyê xebatên lêgerinê kirin saet 17:00’an ji herêmê vekişiyan. Di vê operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd ew ê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

MÊRDÎN

Roja 28’ê Tebaxê hêzên me li herêma Navsera Bagok ya herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin çêbûne lê hejmar nehate tespîtkirin. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

PÎRAN

Di daxuyaniya xwe de ya 14'ê Îlonê me gotibû 9'ê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker li Pîranê ya  Amedê, li qada Deşta Gorsê operasyoek kiribû û 2 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Çekdar Mûş
Nav û Paşnav: Mûsa Gokturk
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Îkram – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 10’ê Îlona 2019’an

Çekdar – Mûsa Gokturk

Nasnav: Rojhat Amed
Nav û Paşnav: Mizgîn Harman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Sûna – Şahabettîn
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 10’ê Îlona 2019’an

Rojhat – Mizgîn Harman

Hevrêyên me Çekdar û Rojhat ji bo ku mudaheleyî şerê qirkirinê yê dewleta TC'ê ya dgirker a li ser gelê Kurd bikin 2014'an tevlî Tevgera Azadiyê bûne. Hevrê Çekdar û Rojhat  ku ji nirxên ku têkoşîna PKK'ê afirandiye karîger bûne, ji wexta ku tevlî nav refên gerîla dibin û pê ve bi daxwaz û coşî tevlî nav kar û xebatan dibin. Hevrêyên me yên ku bi pûtepêdanî nêzîkatî kirin, peywir û berpirsyariyên xwe herî baş bi cih anîne. Hevrêyên me Çekdar û Rojhat ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li eniya pêş şer kirin, bi giyanê êrîşê yên gerîla û bi şêwaz û taktîkê kedeke mezin dane berxwedana azadiyê. Di nav şer de ya li dijî hewldana dagirkirinê ya dijmin, hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê me şer kirine, heta hilma xwe ya dawî bûne nûnerên giyanê şoreşger.


Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd Çekdar û Rojhat, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û em sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên xwe Kurdistana azad ava bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa TC'ê 16'ê Îlonê êrîşeke hewayî biriye ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Têkilî êrîşa hewayî agahiyên berfireh wiha ne:
Balafirên şer di navbeyna saet 09.00 û 11.00'an de gundê Şivesorê yê herêma Garê, di navbeyna saet 13.30 û 14.30'î de qada Deşta Kafya û saet 19.20'an derdora gundê Çemrobotkî bombe kirine.
Her wiha balafirên şer saet 14.30'an li herêma Zapê qada Tepê Bahar û Tepê Amediyê ya navçeya Amediyê bombe kirine.

Di bombebaranê de ti windahiyên me çênebûne, li qada daristanê şewat derketiye."