HPG: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlayan li nêzî Girê Şehîd Sarya li dijî leşkerên derketin eraziyê çalakî kirine. HPG'ê got di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye; 

'BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI KENDALA GIRÊ ŞIKERÊ SPÎ BARANDIN'

"Roja 13’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Girê Şehîd Ezîz ê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer roja 14’ê Tîrmehê jî saetên şevê girê Helîkopter û roja 15’ê Tîrmehê (îro) saet 08:00’an kendala Girê Şikerê Spî bombeberan kirin. Piştî bombebranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker danîn Girê Şehîd Ezîz û Girê Helîkopterê û xwestin bicih bibin.

LI GIRÊ ŞEHÎD SARYA 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku xwestin bikevin eraziyê û li herêma daristan daran bibirin çalakiyek lidarxist. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Sarya leşkerên ku xwestin derbikevin eraziyê xistin bin kontrola xwe û roja 14’ê Tîrmehê saet 11:00’an hêzên me yekîneya dijmin kir hedef. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 20:00’an kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.

LI COLEMÊRGÊ KEFÇEYA KAR HATE RÛXANDIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 14’ê Tîrmehê saet 16:00’an li dijî makîneyên kar ên artêşa TC’ê ya dagirker ku li rêya ewlehiyê ya di navbera gundên Wargenima û Kendalokê yên navçeya Gever a Colemêrgê kar dikirin, çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kefçeya kar a dijmin hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate testpît kirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 14’ê Tîrmehê derengiya şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Dihok û herêma Gundê Filleha yê herêma Zê bombebaran kirin. Ti bombebranê te tiştek bi hêzên me nehatiye."