Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Gerîlayan li Şirnex û Colemêrgê li dagirkeran da: 3 kontra û 6 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Star’ê li Şirnex û Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. HPG’ê got di çalakiyan de 3 kontra û 6 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şirnex û Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. HPG’ê got di çalakiyan de 3 kontra û 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî kirin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKIYÊN HEMWEXT: 3 KONTRA HATIN KUŞTIN

Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke li Girê Kerkol yê navçeya Elkê ya Şirnexê baregehekê çêdike. Hêzên me roja 15’ê Tîrmehê saet 07:20’an li dijî wesayîta artêşa TC’ê ya dagirker ku ji bo baregehê alav dibirin çalakiya sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 3 kontra hatin kuştin. Li aliyê din hemwext hêzên me li dijî kepçeya ku li ser rê kar dikir bi taktîka sabotajê çalakî kir û kepçe hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kontrayên mirî ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

Artêşa TC’ê ya dagirker di çapemeniya xwe de ev çalakî weke li dijî karkeran daye nîşandan. Ev şexsên ku rasterast bi artêşa dagirker re kar dikin û karên kontratiyê dikin. Ev şêxsên ku xizmetê ji hişmendiya ku êrîşî nirx û gelê Kurd dikin re, nîşandana wan a weke karker nûçeyên şerê pîskolojî yê dewleta TC’ê ya dagirker e.

DI ÇALAKIYA HÊZÊN YJA-STARÊ DE 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 16’ê Tîrmehê saet 17:00’an hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa Reo ku ji bo qereqola Zêrin a bajarokê Esender ya navçeya Gever a Colemêrgê sewqiyat dikir û hemwext li dijî kûlûbeya nobetê çalakî li dar xist. Bi giranî li wesayîta leşkerî û kûlûbeya nobetê hate xistin, wesayîta leşkerî derb xwar qasî hate tespîtkirin 6 leşkerên dijimn hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran herêm bêseruber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî pêkanî bi silametî gihişte baregehên xwe.

LI TENDUREKÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 13’ê Tîrmehê saetên şevê artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Tûan a herêma Tendurek a Agiriyê êrîşa hewayî pêk anî. Di vê bombebaranê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên şehadeta hevrêyên me wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

OPERASYONA LI HERÊMA ÇEMÇÊ YA QAXIZMANÊ DIDOME

Roja 26’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çemçê yê navçeya Qaxizman a Qersê operasyonek dabû destpêkirin. Operasyona li herêmê didome û artêşa TC’ê ya dagirker kemînan datîne.

Roja 17’ê Tîrmehê saet 00:10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Hakkarî yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”