Gerîlayan HPG û YJA-Star: PKK bi 6 kesan destpê kir lê niha bi mîlyonan e

Gerîlayên HPG û YJA-Star: Soza me ji Rêbertiya me re heyeGerîlayên HPG û YJA-Star: Ji bo azadiya gelê Kurdistan û Ocalan, ji bo jiyana wekhev, demokratîk û azad em ê sala 2020’an bikin sala serketinê.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi wesîleya salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurdsitanê tê separtin ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA-Star Berwelat Botan: Roja yekem a Komploya Navnetewî me mehkûmî hêrs û nehletê kir. Em ê vê ‘Roja Reş’ bikin azadiya Kurdistan û gelê wê, em ê hedefa xwe ya derxistina Ocalan ji Îmraliyê pêk bînin. Dewleta Tirk ku dixwaze PKK’ê tine bike wê ti caran negihije armanca xwe. Em li pey rêya hevrêyên ku pêşengtiyê ji mere dikin dimeşin. Çiyayên Zagrosê zor û asî (îsyankar) e lê em bi evîn û baweriyeke mezin li van çiyayan dijîn. Em soz didin ku ji bo azadiya Rêbertiya me û gelê me em ê têkoşînê geştir bikin.

Gerîlaya YJA-Star Devrim Koçer: Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd rêya rizgariyê ji bo hemû gelên bindest e. Hêzên hegemon jî ji ber vê sedemê kirin hedef. Dibe di aliyê fîzîkî de Rêbertiya me ji me dûr be lê bi felsefe û îdeolojiya xwe her tim bi mere ye. Divê em vêya ji bîr nekin; PKK bi 6 kesan destpê kir lê niha bi mîlyonan e.”

Gerîlayê HPG’ê Sîdar Amed: Di şexsê Ocalan de komplo li dijî hemû mirovahiyê hate kirin. Felsefeya Rêbertiya me, îradeya gelê Kurd, destkeftiyên wê; nûnertiya biratiya hemû gelên cîhanê û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn dike. Li dijî hilweşîna ku moderniteya kapîtalîst avakirî alternatîfek bû. Hêzên hegemon vêya weke talûkeyekê dîtin. Xwestin felsefeya Rêbertiya me bifetisînin, ji ber ku dîtin ku desthilatdariya vakirine wê hilweşe. Ji ber îdeolojî nekarin asteng bikin Rêbertiya me kirin hedef. Ev 21 sal in Rêbertiya me li Îmralî di nava şert û mercên giran ên pîskolojîk de tê hiştin. Ji bo azadiya Rêbertî û gelê me ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û azad em soz didin em ê sala 2020’an bikin sala serketinê.

Gerîlayê HPG’ê Şoreşger Xeregol: Şoreşa Rojava yek ji nîşaneyên vale derxistina komploya 15’ê Sibatê û serketina berxwedana li dijî faşîzmê ye. Têkoşîneke bi yekîtiya gelan re tê meşandin heye. Hemû gel û bawerî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide. Ev vale derxistina komployê ye. Em gerîlayên Kurdistanê yek ji armancên me yên herî mezin dayîna têkoşîneke layîqî îdeolojiya Rêbertiya me ye.”