Gerîlaya Tirkmen: Têkoşîna me ji bo hemû gelan e

Ji gerîlayên Tirkmen ên YJA Starê Gulşah diyar kir ku gelê Tirk jî di nav de ew ji bo hemû gelan şer dikin û got, "Ev şer ji bo wê yekê ye ku em karibin bi serbilindî û bi rûmet li rûyê zarokên xwe binerin."

Gerîlaya YJA Starê ya Tirkmen Destan Gulşah işaret bi berpirsyariyên gelê Tirk kir û jê xwest ku bêhtir gelê Kurd fêhm bike.

Hejmara ciwanên ku ji bo azadiyê berê xwe didin çiyê roj bi roj zêde dibe. Yek ji van jî gerîlaya YJA Starê Destan Gulşah ku bi xwe Tirkmen e. 1'ê Îlona 2015'an li Amedê tevlî nava refên gerîla bûye. 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo tevlîbûna xwe bi zanebûn hilbijartiye. Bala xwe timî li ser rastiya Kurd û Kurdistanê bû û bi Şoreşa Rojava re ev bala xwe veguherandiye hêzeke rêxistinbûyî. Destan Gulşah got, "Bi Şoreşa Rojava re min hê bi zelalî îdeolojiya Rêbertî û armanca partiyê fêhm kir. Têgihiştim ku rêya çareseriyê îdeolojiya Rêbertî ye." Gulşah destnîşan kir ku Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an biryara wê ya ji bo tevlîbûnê zelal kir.

EM JI BO HEMÛ GELAN TÊDIKOŞIN

Destan Gulşah diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bêyî cihêkariya ziman, ol û nîjadê bike ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe û got, "Di şexsê gelê Kurd de em ji bo hemû gelan têdikoşin. Ev têkoşîn têkoşîneke welê ye ku wê li tevahiya cîhanê belav bibe."

Gulşah bi bîr xist ku li gelek bajaran ew çûye dibistanê û dîtiye bê civak xistine çi halî û got, "Bajarê ku lê mezin bûm bajarekî kozmopolît e, bajarekî ku Kurd lê gelek in. Li wir, zarokên Kurdan li taxên em lê bûn nedihatin dermankirin. Bi gelek zarokan dizanim ku tenê ji ber ku Kurd bûn nehatin dermankirin û mirin. Nîjadperestiyeke gelekî dijwar hebû."

TEVLÎBÛN FEDAKARÎ YE

Gerılaya YJA Starê Destan Gulşah anî ziman ku perwerdeya li dibistanan û dîroka sexte ya tê vegotin têra vegotina asta nîjadperestiyê dikin û bi dewamî got, "Ji nêrîneke cuda, ji pirsekê jî destûr nedihat dayin. Feraseteke ol a sûnî û leşkerên zarok dihatin afirandin."

Gerîla Gulşah da xuyakirin ku ew tevlî nava refên PKK'ê bûye, lê belê ji bo tevlîbûna rasteqîn hewldaneke mezin divê û got, "Tevîbûn fedakarî ye, fedakirina xwe ye."

DIVÊ KARIBIN GELÊ KURD FÊHM BIKIN

Gerîlaya YJA Starê Destan Gulşah destnîşan kir ku ew ji bo gelê Tirk jî şer dike û wiha dewam kir: "Em ji bo gelê xwe yê hatiye windakirin şer dikin. Ji bo karibin bi rûmetdarî li rûyê zarokên xwe binerin em şer dikin. Lewma berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Divê bi çavê Kurdistanê karibin li cîhanê binerin û gelê Kurd bêhtir fêhm bikin. Îdîaya me bi qasî ku têra hemû cîhanê bike mezin e. Ji bo rastiyê fêhm bikin, ji bo bi erk û berpirsyariya xwe rabin divê Tevgera Azadiyê ya Kurd baş fêhm bikin."