Gerîlaya ku li çiyê li bersiva xwe geriya: Delîla Amed

Gerîlaya YJA Starê Gulcan Çelîk bi navê ku pê tê nasikrin Delîla Amed. Meşa xwe ya dawî ya gerîlatiyê, bîranîn û têkoşîna xwe 17'ê Tîrmeha sala 2018'an li Botanê ji hevalên xwe re hişt. 

Gerîlaya YJA Starê Gulcan Çelîk-Delîla Amed sala 2014'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Li Zap, Heftanîn, Behdînan û Botanê têkoşiya.

Di sala 1991'ê de li navçeya Bismilê ya Amedê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû û bi bandora Şoreşa Rojava tevlî nava refên şoreşê bû.

Şoreşa jinê ya li Rojava, dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve, firotina jinên Êzidî li bazarên koleyan gelekî bandor li wê kir. Refên PKK'ê jî weke qada çareseriyê dît:

"Ji zarokatiyê ve min partî nas dikir. Hevrêtî, çiya her tim ji bo min hesret bû û min dixwest tevlî bibim. Komkujiya jinan ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin, her wiha kuştina jinan li gelemperiya dinyayê û derdora me, bûn sedem ku ez vê rewşê qebûl nekim. Dema ku min jinên Kurd û Êzidî li bazara koleyan dît, min got 'Çima her tim dixwazin jinan bikin kole'. Çiya, hevrêtiya li nava PKK'ê ji xwe gelekî cuda bû. Dîtina ji dûr ve û dîtina li nav bi rastî jî gelekî cuda ye. Hevrêtiya ku min di destpêkê de li nava PKK'ê dît li devereke din nîne."

Amed diyar kir ku wê li Zapê gerîlatî kir û got, "Her gerîla dixwaze li Bakur bimîne, li wir gerîlatiyê bike. Dema ku nû hatim Zapê, Zap ji bo min gelekî cuda bû. Bi cografya xwe û dîrok û mirovên xwe gelekî bandorê li mirovan dike. Li mintiqeya Ertûşê mam. Zap, têkoşîna li wir û gerîlatiya wê rê li ber hevrêtiyeke bêhempa vedike. Zap bi heybeta xwe dike ku mirov jê piştrast be."

Amed berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi bîr xist û got, "Salên 2015-2016'an li Amed, Cizîr, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê berxwedaneke mezin rû da. Dijmin bi hemû derfet û teknîka xwe êrîş kir, lê belê nekarî gelê me têk bibe. Em şopdarên mîrateya berxwedanê ya li wan deveran e. Em şopdarên Çiyageran e, Sêvê û Pakîzeyan e, biserxistina vê têkoşînê wezîfeya me ye. Gotina, 'çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be' ya hevalê Çiyager ji bo me wezîfe ye. Pratîka me wê bibe bersiva me ji vê gotinê re."

Delîla Amed ku navê Delîla Meyaser-Şenay Guçer li xwe kir, hevrêtî, îrade, têkoşîna rêxistinbûyî û dengê jinan ji hevrêyên xwe re hişt.