Gerîla Tv dimênên çalakiya Girê Petrût weşand

Gerîla Tv dimênên çalakiya gerîla ya di 11'ê Cotmehê de li dijî kepçeya ku rê çêdikir weşand.

HPG'ê têkildarî çalakiya gerîlayan ev agahî da bû.

"Roja 11’ê Cothemê seat 15:10’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker yên rê çêdikirin li Geliyê Pitata yê girêdayî Girê Petrût a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidarxist. Di çalakiya wesayîta kepçe ya yekîneya dijmin hate hedefkirin de, kepçe hatiye îmhakirin, qasî hatî zelalkirin 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye."