Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Girê Hakkarî weşand

Gerîla TV dîmenê operasyona leşkerî ya 26'ê Mijdarê weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hate kirin û di encamê de 42 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyona şoreşgerî ev agahî dabû:

"26'ê Mijdarê saet di saet 13:30'an de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Girê Hakkarî operasyoneke şoreşgerî hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyona şoreşgerî de ji sê baskan ve bi bombeyên destan û çekên nîv otomatîk li dagirkerên li ser Girê Şehîd Zemanî hate xistin. 

Hêzên me bi ruhekî bilind ê êrîşê bi ser dagirkeran ve çûn û 17 çeperên dijmin yek bi yek xistin, fetih kirin û dagirkerên tê de ceza kirin. Hêzên me Girê Şehîd Zemanî bi temamî kontrol kirin û li vê derê 2 çekên A4 ên dijmin desteser kirin, ev çek li dijî dagirkeran bi kar anîn û piştre bi temamî îmha kirin. Hêzên me çekên ferdî û cebilxaneya dagirkeran desteser kirin, li dijîd ijmin bi kar anîn û tevî çeperên dagirkeran depoya erzaqê ya dijmin bi temamî îmha kirin.

Ji fermandarên baskê êrîşê hevrêyê me Amed ê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, tevî ku birîndar bû, ji hevrêyên xwe xwest ku operasyonê dewam bikin û ew bi xwe jî bi birîndarî bi ser dijmin ve meşiya. Hevrêyên me Amed, Binevş û Baran ên pêşengî ji vê operasyona şoreşgerî re kirin û bi wêrekiyeke mezin şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Hêzên me di heman demê de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Akîf û Girê Şehîd Viyan ji du baskan ve bi çekên giran û ferdî çalakî kirin. Herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de 42 dagirker tevî fermandarên xwe hatin cezakirin. Di heman demê de 17 çeper, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, depoyeke erzaqê, 2 sîstemên kamera yên mobesse, gelek çek û malzemeyên leşkerî bi temamî hatin îmhakirin. 4 çekên MPT-55, 4 dûrbînên çekên MPT-55, çekek bombeavêj, amûreke destnîşankirinê, çekek sekvaniyê ya taybet, dûrbîneke termal, telefonek, kasatûrayek ku navê Ogûzhan Alp li ser bû û 3 çavkaniyên hêzê hatin desteserkirin.

Dagirkeran di dema operasyona şoreşgerî û piştî operasyonê de bi obus, hawan û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin û xwestin pêşî li pêşveçûna hêzên me bigirin, lê nekarîn bikin."