Gerîla TV dîmenê çalakiya li Kanî Masiyê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Masî ya ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 29’ê Nîsanê de saet di 18.45’an de li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Kanî Masiyê ya Amêdiyê çalakiyeke serkeftî kiribû. Ji hewayî ve dagirkerên li vê baregehê hatibû bomberdûmankirin. Bi xurtî li hedefan hatibû xistin û ev çalakî bi serkeftî hatibû kirin.”