Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

Gerîla Tv wêneyê çalakiya li Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê weşand. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatibû cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev agahî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên me yên YJA  Starê di 5’ê Tebaê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistibûn. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

Saet di 07.45’an de li dijî yekînekeye artêşa Tirk a dagirker ya di navbera Tepê Dûpişk û Girê Şehîd Bêrîvan de hêzên me çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de yek jê rayedar 9 leşkerên dijmin hatine cezakirin û 6 leşker jî birîndar bûne.”