Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Koordîne weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîla ya 13'ê Îlonê ku li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn de, roja 13'ê Îlonê saet di 08:00 de, hêzên me li hemberî leşkerên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û yên li girê Şehîd Dîren ê ewlekariya vê dikir, çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û konên li van her du giran hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker, piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê."