Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 30 leşker hatibûn kuştin weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 25'ê Cotmehê ya li herêma Heftanînê weşand ku herî kêm 30 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê de ev agahî parve kiribû:

"23’yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker daye destpêkirin û hêzên me li dijî vê berxwedaniyeke dîrokî kirine. Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa  TC’ê ya dagirker dane û bi Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ve berxwedana dîrokê hatiye asteke bilind.

Bi vê çarçoweyê bi wesîleya salvegera şehîdbûna hevrê Şehîd Bêrîtan bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê 25’ê Cotmehê saet 14.00’an li ser Girê Konferansê û Sîserê ku artêşa TC’ê ya dagirker lê bi cih bubûn ji 8 baskan ve operasyoneke şoreşgerî hatiye kiri. Kozik û stargehên dijmin ên li Girê Konferansê û Sîserê ketine ber guleyên hêzên me û bi giyanekî mezin ê çalakiyê ketine nav kozikên dijmin. Hêzên me ketine nav kozik û strayên ku dijmin lê bû, 7 kozikên dijmin ên li Girê Konferansê û 2 stare hatine rûxndin, li Girê Sîserê jî stargeheke dijmin bi temamî hatiye rûxandin. Hêzên me bi di operasyona şoreşgerî de yek bi yek hêzên dijmin rûxandine, bi kêmanî 30 leşkerên dijmin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber obûs, hawan û çekên giran."