Gerîla TV çalakiya Girê Biyê ya Bêgova weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya hêzên hewayî ya 29’ê Cotmehê li Girê Biyê ya girêdayî navçeya Zaxo ya Bêgova li dijî artêşa Tirk hatibû lidarxistin parve kir.

Gerîlo TV dîmenê çalakiya Hêzên Parastina Esmanî ya Şehîd Delal a 29’ê Cotmehê li Girê Biyê ya Bêgova li dijî artêşa Tirk lidar xistibû parve kir.

HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû: “Hêzên me yên Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal Amed di çerçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ de, di 29’ê Cotmehê saet 20:25’an de baregeha artêşa dewleta Tirk a dagirker a Girê Biyê ya girêdayî navçeya Zaxo-Bêgova bombebaran kirin. Di vê çalakiyê de hedefên ku hatibûn diyarkirin bi serkeftî hatin lêdan û dagirkerên tê de hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Skenderûnê hatiye lidarxistin.”