Gerîla Têkoşîn: Dilsozî pêkanîna berpirsyariyê ye

Têkoşîn Botan ku piştî birayê xwe Botan tevlî nava refên gerîlayên YJA Starê bû got, "Dilsozî tê wateya pêkanînê. Ya ku li dû şehîdekî mirov dikare bike ew e ku li pey şehîd bimeşe û xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Têkoşîn Botan ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên YJA Starê bû, qala tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê û wateya vê yekê kir.

Yek ji gerîlayên YJA Starê Têkoşîn Botan qala birayê xwe Botan Germiyan kir ku li Xakurkê ku herêmeke Başûrê Kurdistanê ye şehîd bû. Têkoşîn Botan got, "Ya ku li dû şehîdekî mirov dikare bike pêkanîna xeyalên wî ye." Têkoşîn Botan ji bajarê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê ye. Têkoşîn Botan anî ziman ku piştî birayê wê Botan bi gerîla re têkilî danî guherî û got, "Hîn bêhtir têgihiştî bû, xebitî û hîn bêhtir serketî bû. Me nizanîbû ku bi hevalan re dixebite. Ji ber ku gelekî bi Botan ve dilsoz bûm meraqa min zêde bû. Botan PKK bi min da naskirin."

Têkoşîn anî ziman ku Botan di sala 2013'an de çû çiyayên Kurdistanê û got, "Ez bi wî ve dilsoz bûm. Dilsozî pêkanîna berpirsyariyane. Piştî salekê tevlî nava refên PKK'ê bûm. Ev yek pêwîstiyeke hezkirinê ye. Li malê birayê min bû, li vir ew ji min re bû hevrê. Têkiliyeke me ya kûrtir, ya bedewtir çêbû. Tiştekî bêhempa ye ku mirov li çiyê bi vî rengî bijîn. Yek ji tiştên ku min hîn bêhtir bi çiyê ve girê da hevrêtî ye. Bi taybetî sîstem jiyaneke mîna mirinê li jinê ferz dike. Di nava PKK'ê de li çiyê mirov pê zane ku dijîn, bi wateya jiyanê dizanin."

Têkoşîn Botan ragihand ku xewn û xeyala wê bû ku rojekê tevî Botan li heman çeperê li dijî dijmin şer bike û destnîşan kir ku şer û jiyana jin û mêr li çiyê temsîla jiyana bi wijdan û exlaqî ye. Têkoşîn Botan destnîşan kir ku ji wan hêviyeke mezine ku bi sedan, bi hezaran ewladên Kurdistanê di vê rêyê de dimeşin û got, "PKK êdî ji partîbûnê derketiye û bûye îdeolojiyeke jiyanê." Têkoşîn Botan got, mirovên xwedî exlaq û wijdan bi PKK'ê re dimeşe û digihêje rastiyê.