Gerîla li Geverê lê da: 5 leşker hatin kuştin

Hate ragihandin, gerîlayên HPG û YJA Starê li Geverê li artêşa Tirk a dagirker dan û 5 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG û YJA Starê duh li Girê Elîşêr ê navçeya Gever a ser bi Colemêrgê li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dan û 5 leşker hatin kuştin.

Hate gotin, gerîlayan li dijî leşkerên li ser gir bi cih bûyî çalakî pêk anîn û çepera leşkerî ya ku mangayek leşker tê de bû rûxand. Di çalakiyê de bi qasî hat tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiya gerîlaya, artêşa Tirk bê serober herêm topbaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê hîn li ser mijarê daxuyanî nedaye.