Gerîla li Bazid, Cûdî, Lêlikan û Çelê derba giran li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Bazid, Cûdî, Lêlikan û Çelê rêze çalakî li dijî dagirkeran kirin. Di encama çalakiyan de gelek leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re par ve kirin: 

DERB LI TANZÊRÊ HATE XISTIN

''19'ê Nîsanê hêzên me saet 13.00'an bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa tanzêrê, ku li ser rêya Bazid-Îdirê kemîn datanî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de derbeke sekeftî li wesayita zirxî û leşkerên derdorê hate xistin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û derb li wesayita zirxî hate xistin. Artêşa TC'ê ya dagirker ku piştî çalakiyê mirî û birîndarên xwe bi desteka gelek wesayitên zirxî bi ambûlansa rakirî û ji qadê dûr xistî, bi çekên giran bi rasthatinî qad bombe kiriye. Di encama vê çalakiyê de ti ziyan negihaye ser hêzên me.

LI CÛDÎ YEKÎNEYA VEŞARTÎ BÛ ARMANC

18'ê Nîsanê hêzên me yekîneya ku li qada Eynika ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê kemîn datanî kiriye bin kontrola xwe. Piştî ku demekê di bin kontrolê de hatiye hiştin, heman rojê saet 18.00'an hêzên me ew kirine hedefa xwe. Hêzên me derbeke serkeftî li vê yekîneya dijmin xistin lê nehate tespîtkirin bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne. Artêşa TC'ê ya dagirker ku piştî çalakiyê qad dayî ber top û obûsan, ji qadê vekişiyaye. Ti ziyan negihaye ser hêzên me.
LI LÊLIKANÊ SUÎKAST: 1 LEŞKER HATE KUŞTIN

Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya 19'ê Nîsanê saet 13.00'an li dijî artêşa TC'ê ya dagirker ku li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn çalakiyeke siûkaastê kirin û 1 leşker hatiye kuştin.

Piştî Vê çalakiyê hêzên me saet 13.30'an careke dî Girê Lêlikanê kirine hedef û çalakiyek kirine. Di çalakiyê de kozik û stareyên dijmin ên li serê gir di ketine ber guleyên me, hijmara kuştî û birîndarên leşker nehatiye tespîtkirin.

PIŞTRE LI SER ÇALAKIYA ÇELÊ DAXUYANIYEKE BERFIREH WÊ WERE BELAVKIRIN

Hêzên me bi çarçoweya pêngavê heman rojê saet 21.10'an  li dijî leşkerên TC'ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Derbarê vê çalakiyê ku gelek kuştî û birîndarên dijmin hene, piştre agahiyên berfireh wê bi raya giştî re werin parvekirin.

ERÎŞA HEWAYÎ YA SER ZAPÊ

20'ê Nîsanê (îr0) saet 01.00'an balafirên şerên artêşa TC'ê ya dagirker, Girê Şehîd Adil a li herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirinn. Di encama vê bombekirinê de ti ziyan negihaye ser hêzên me.''