'Gerîla dibistana jiyan û heqîqetê ye'

Ji bo pênasekirin û danasîna gerîlayan, divê têkoşîna wan were fêmkirin. Bi vî awayî mirov dikare bi pênaseyeke watetir û nirxtir îfade bike.

Gerîla ji bo gelê xwe hêviya jiyan û azadiyê ye, ango danjiyîna azadiya welatê xwe û rizgarkirina wê ye. Ji bo vê jî xwe dispêre rêya bêdawî da ku heqîqetê rast bide jiyîn.

BI KENÊ XWE HÊVIYÊ ÎFADE DIKE

Ji ber vê, rojeke dîmengirtina gerîlaya jin ango bi navê xwe ku tê naskirin Bihar Zagros, li qada kar ku min dîtiye, di kameraya min de bi heyecan bû. Te digot qey bi ronîka çavê wê de deryayên azadiyê heye. Lê min dît ku bi qasî şerkirinê de xurt û bi cesaret in. Lê li hemberî kamerayê nedikarî biaxive. Tenê bi kenê xwe hêvî îfade dikir. Bi pênaseya ji kenekî xwe dispart rêya jiyan û hêviyê.

Mirov dikare di têkoşîn û fedakariya wan a di rêya hevalên wan de israra wan bibîne. Wê demê mirov dikare bibîne ku di xeta xwe ya azadiyê de bi israr in, ji bo tolhildanê canê xwe fedayî gel û welatê xwe dikin. Ji ber vê jî bi heqîqetê re bûne yek. Li hemberî bîranînên wan mirov gelek caran şaş dimîne ku çawa tiştekî wisa çêbûye. Di nehwirandinan de em kêm dimînin, em nikarin bibin bersiv.

Bi vê dîmenê re ketim bin bandorê û mirov heyranî wan dibe. Ji ber vê jî her kes nikare bibe gerîla. Her kes nikare bibe avakarê jiyan û azadiyê. Mirovên xwedî taybetmendiyên azad û têkoşer, dikarin cihê xwe di nav vî tiştî de bigirin û bimeşin.

Ji ber vê jî gerîla ev e ku mirov bibe xwediyê jiyaneke watedar û bi azadî bijî.