Gelo di dosyeya serdana DYA’yê ya Hakan Fîdan de Îdlîb heye?

DYA dibîne ku Tirkiye nikare sozên xwe bi cih bîne ya li Îdlîbê ji Rûsyayê re gotibû. Gumaneke wisa heye ji bo ku Tirkiyeyê ji Rûsya û Îranê dûr bixîne destûrê dide ku êrîşî hin herêmên Rojava bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan duh li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê gefên êrîşê xwar. Ev gefên Erdogan dişibe beriya dagirkeriya Efrînê ya ku gotibû, “Heke em bi DYA’yê re li hev bikin em ê operasyonê li Minbîcê bikin, heke em bi Rûsyayê re li hev bikin em mê operasyonê li Efrînê bikin.”

Di 3 salên dawîn de dewleta Tirk ji bo li Rojava Kurdan qetil bike geh xwe nêzî DYA’yê dike û geh jî xwe nêzî Rûsyayê dike. Polîtîkaya wê wisa ye ku dikare her tiştê xwe pêşkêş bike û heta niha ev tişt pêk aniye jî.

Dema mirov li gefên Erdogan ên li dagirkeriyê dinihêre, dibîne ku ev gef ne vala ne. Jixwe biryara îlankirina seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mezinbûna vê xetereyê nîşan dide. Vê avadaniya faşîst a ku her dem dijminatiya Kurdan dike nabe ku mirov van tevgerên wan wekî ‘gotinên ji bo hilbijartinê’ binirxîne.

Piştî ku Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê James Jeffrey çû serdana Tirkiyeyê û piştre jî Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî ji bo hin hevdîtinan çû DYA’yê Erdogan ev gef xwar.

Serokê Giştî yê Artêşa DYA’yê Joseph Dûnford jî gotibû ku “Ji bo ku li Rojhilatê Sûriyeyê îstîkrar pêk were, em 35-40 hezar hêzên herêmî perwerde dikin”. Ev gotin dişibe ya Ofîsa Têkiliyên Gel a Koalîsyonê ya ku beriya dagirkeriya Efrînê ji Reûtersê re bi e-peyamê şandibû û gotibû, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê hêza ewlehiya sînor were avakirin a ku ji 30 hezar kesan pêk tê.”

Dema ku mirov di vê çarçoveyê de lê dinihêre, mirov dipirse, gelo DYA dixwaze çi bike? Şerê li dijî DAÎŞ’ê ber bi dawiyê ve tê û nîvê Hecînê tê paqijkirin a ku herêma dawîn a di destê DAÎŞ’ê de ye. Di vî warî de armanca dewleta Tirk tê fêmkirin lê di warê armancên DYA’yê de gumanên cîddî çêdibin.

Jeffrey beriya ku were Tirkiyeyê gotibû “Êdî ew dem hatiye ku fîşa Astanayê were kişandin”. Ev gotin tê wateya ku Tirkiyeyê ji Rûsya û Îranê dûr bixîne. Lê gelo ew ê beramberî vî tiştî çi were dayîn?

DYA dibîne ku Tirkiye nikare sozên xwe bi cih bîne ya li Îdlîbê ji Rûsyayê re gotibû. Gumaneke wisa heye ji bo ku Tirkiyeyê ji Rûsya û Îranê dûr bixîne destûrê dide ku êrîşî hin herêmên Rojava bike.

Rûsya jî ji dêvila ku li ser Îdlîbê bifikire, li gorî xwe dibêje ku Erdogan di nav destên min de ye û di civîna meha Îlonê de ya ku li Tehranê hatibû lidarxistin, gotinên Erdogan ên ku dijberiya DYA’yê dike jî, ji xwe re didomîne.

Lê dawiya dawîn Tirkiye heke di navbera Rûsya û DYA’yê bimîne, ew ê xwe bide kêleka DYA’yê. Hê baş derneketiye holê lê wisa dixuye ku dewleta Tirk bi demê re hewl dide Rûsyayê bixapîne û xeta Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrîn û Îdlîbê bi hevkariya DYA’yê bidomîne û van herêman têxe bin ‘Sîwana NATOyê’ û ‘Formula Hatayê’ li vê derê jî pêk bîne.

Li gorî agahiyan di hevdîtinên DYA’yê de di dosyeya Hakan Fîdan de mijarên wekî “Li Sûriyeyê dîsa bi DYA’yê re hevkariyeke stratejîk were kirin û ji bo armancên hevpar, xebatên hevpar” heye.

Li qadê wateya wê ev e : ''DYA'yê bikin hevkarê xwe yê dagirkirinê yên li Idlibê û deverên din ên Sûriyê û destûrê bidin ku ew bihêlin têkevin rojhilatê bakur ê Sûriyê û ji bo vê jî, tasfiyekirina pergala demokratîk a ku Kurdan û gelên din ên herêmê li wir ava kirine''.

Bi gotineke din polîtîkaya bi Rûsyayê re ya, ''Ji te re Heleb ka Babê'', ''Ji te re Gutaya Rojhilat ka Efrînê'' û em li Efrînê bibin hevkar, em rojhilatê Firatê jî tevlî vê ibkin bila evder bibe cîhadîstan û em ê Sûriyê wiha di nav xwe de par ve bikin, derbekê li Rûsyayê jî bixin, em ê pêşî li serweriya Îrana Şiî jî bigirin.''

Her çendî bi fermî ev nehatibe gotin jî tê gotin ji bo vê bi DYA'yê re hevdîtinên bi vê çarçoweyê hene. Piştî vegera Hakan Fîdan a ji DYA'yê û hevdîtina wî ya bi Erdogan re, Erdogan dest bi gefa li ser Rojava-Bakurê Sûriyê kir û dema ku mirov ji vî alî ve dinere, cidîbûna rewşê xuya dibe.

Hêleke dî jî ew e ku DYA ji mêj ve ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze avaniyeke di bin nîrê xwe de ava bike. Her çendî ev heta bi deverekê were fêhmkirin jî, di rewşwke wiha de ku ber bi dawiya şerê dijî DAÎŞ'ê ve diçin, nayê qebûlkirin ku li ser Kurdan bazarên genî werin kirin.

Dibe ku hê zû be ku mirov bibêje hemû rêveberiya DYA'yê û qenadê leşkerî vê bazarê dikin. Lê agahî hne ku bazarên pir cidî û gemarî têne kirin.

Bêguman bazareke wiha ziyaneke mezin wê bide DYA'yê, dahatuya polîtîkayên wê û pêbaweriya wê. Bazareke wiha ya li ser gelê herî mezlûm a Rojhilata Navîn li hemû deverên cîhanê wê pêbaweriya bi DYA'yê bişkîne.

Îxaneteke wiha ya li Kurdan ku bi sedan sal in dewlet-netewên herêmê polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê lir ser kirine û ev 5 sal in li dijî belaya serê cîhanê DAÎŞ'ê têkoşîneke wiha karîger dike û berdêleke mezin dayî, nayê qebûlkirin û Kurd heta dawiyê li dij ve wê li ber xwe bidin.

Sazkarkirina lîstekeke wiha ya beşek ji rêveberiya DYA'yê di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku Kurdan û gelên herêmê bi fedekariyeke mezin ava kirine û li gelek deverên Rojhilata Navîn wê aramiyê têk bibe, şerê li Sûriyê li cografyayeke berfireh berbelav bike.

Vê dema ku bi daneyên berdest ku em li ser gefên Tirkiyê dinivisin ji Pentagonê têkilî gefên Erdogan helwesteke qels diyar bû. Pentagonê got, ''Destwerdaneke leşkerî ya li ser Bakurê Rojhilat ê Sûriyê, nexasim ya li ser deverên ku personelên leşkerî yên DYA'yê lê ne, wê bibe sedema endîşeyeke giran. Çalakiyên wiha nikarin werin qebûlkirin.''
Daxuyaniyeke qels e, ji ber ku Erdogan di daxuyaniya xwe de gotibû, ''Bi teqezî baregehên DYA'yê û leşkerên wan ne di hedefa me de ne''. Ev daxuyaniya, ''destwerdana leşkerî ya li ser cihên ku personelên leşkerî lê hebin'' pêşî lê vekiriye û dema ku bi daxuyaniya Erdogan re were xwendin bi xwe re gelek gumanan tîne.

Dubare, piştî gotine ku dewleta Tirk li gel DYA'yê nikare bikeve nav hewldana dagirkiriyê li gorî daneyên berdest ku lê binerin bê ka dewleta Tirk dixwaze çi bike;

Li gorî agahiyan, cihê ku dewleta Tirk kirî hedefa xwe di serî de Grê Spî û xeta Serêkaniyê tê. Bi vê tê xwestin ku li şûna ''Kembera Ereb'', ''Kembera Tirk'' were avakirin û piştî ku di navbeyna Kobanê û Cizîrê de gêdûkek hate vekirin, ji bo deverên din jî li benda konjonkturê bimîne.

Fikreke wî ew e ku bi zexta li ser Grê Spî û Serêkaniyê dixwaze DYA'yê qanih bike ku Minbicê (her wiha ji Şêxler heta bi Qereqozaxê) dewrî wan bikin. Dema ku mirov guh bide axaftinên duh ên Erdogan mirov dikare bibêje ku 'vê gavê bi vê razî' bûne.

Her çendî hê zelal nebûbe bê ka êrîşeke pêkan a dagirkeriyê wê 'lokal' be an 'berfireh' be jî, fikra serdest ew e ku berxwedan, ''li hemû qadan, li hemû eniyan, bi hemû re û rêbazan, bêyî diyarkirina demekê wê domdar be'.

Bi kurt û kurmancî; li dijî mêtingeriya Tirk a sînornenas a bi dijminatiya Kurdan dema 'berxwedana bêsînor' e.