Gelo cureyên mirovî li Ewropayê ji hev cihê bûne?

Fosîlên ku Madelaîne Bohme ya ji Zanîngeha Tubîngen a Elmanyayê tevî tîma xwe li Yewnanîstan û Bûlgarîstanê dîtin, teza ku dibêje 'cihêbûna cureyên mirovî (homînîdae) û şempanzeyan li Afrîkayê dest pê kiriye' dikin mijara nîqaşê.

Fosîlên ku Madelaîne Bohme ya ji Zanîngeha Tubîngen a Elmanyayê tevî tîma xwe li Yewnanîstan û Bûlgarîstanê dîtin, teza ku dibêje 'cihêbûna cureyên mirovî (homînîdae) û şempanzeyan li Afrîkayê dest pê kiriye' dikin mijara nîqaşê.

Di gotara kovara zanistiyê ya Plos One de tê îdîakirin, ku ev cureyê mirovî yê ku ji cureyê Graecopîthecûs freybergî tên dîtin, yek ji cureyên ku heta niha qet nehatiye zanîn e. Ji ber ku di nava van fosîlên însanî de, ku navê El Graeco lê hatiye kirin, ji ber ku daneyên berevajî teoriyên heta niha hene, tê gotin ku wê li cîhana zanistiyê rê li ber nîqaşên mezin veke.

KOKA DIRANAN DIŞIBE YÊ MIROVAN Û PÊŞIYÊN WAN

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên van cureyan, ku dişibe yê cureyê mirovan û pêşiyên mirovan ew e, ku kokên wan ên diranan pev cebirîn e. Li gel meynûnan ev kok bi serê xwe ne.

Li gorî zanyarên cihê xwe di nava lêkolînê de girtin, ev encam gelekî balê dikişîne. Heta roja îro, hemû cureyên mirovî li Afrîkayê hatibûn dîtin. Cara yekê ye ku cureyekî bi vî rengî yê kevn li herêmeke din a cîhanê tê dîtin.

PIRANIYA CUREYÊN HOMO YÊN TÊN ZANÎN JI AFRÎKAYÊ BÛN

Ji bilî mirovê roja îro Homo Sapîens û Homo Neanderthal, ku tê texmînkirin beriya niha bi deh hezaran salan li Ewropayê tine bû, hemû cureyên hatine dîtin weke pêşiyên mirovan nayên qebûlkirin.

Cureyê însanî yê bi navê Ardîpîthecûs Ramîdûs ku hestiyên xwe li Etiyopyayê hate dîtin, beriya niha bi 4,4 mîlyon salî jiya ye. Ev cure jî wek cureyê herî zêde dûrî meymûnan e ku heta roja îro tê zanîn.

Cureyê Aûstralopîthecûs Afarensîs, ku navê Lûcy lê hate kirin û parçeyên hestiyên xwe di sala 1974'an de li Etiyopyayê hatin dîtin, weke pêşiyê hevpar ê gelek cureyên mirovî (homînîdae) tê qebûlkirin.

Homo Rûdolfensîs jî, ku bi 2,1 mîlyon û 1,8 mîlyon sal beriya niha jiya ye, li gorî Aûstralopîthecûs Afarensîs, xwedî mejiyekî mezintir e. Tê texmînkirin, ku Homo Rûdolfensîs di serdema xwe de amûrên destan bi kar aniye û pêşiyê yekser ê mirovê nûjen e.

Hestiyên Homo Habîlîs jî, ku tê texmînkirin di heman serdemên Homo Rûdolfensîs û Homo Erectûs de, yanî 2,1 mîlyon û 1,5 mîlyon sal beirya niha jiya ye, li rojhilatê Afrîkayê hatibûn dîtin.

JI CUREYÊN TÊN ZANÎN, DI DEMEKE HÊ KEVNTIR JIYA YE

Fosîlên cureyê Graecopîthecûs Freybergî yê li Balkanan hate dîtin, ku tê texmînkirin berî mirovên bi navê Sahelantropûs ên il Afrîkayê jiyan e, dema wan a jiyanê hê kevntir e. Tê texmînkirin, yek ji çenga jêrîn a hatiye dîtin, emrê xwe 7 mîlyon 175 hezar sal û diranekî hatiye dîitn jî emrê xwe 7 mîlyon û 240 hezar sal e.

Ev yek jî nîşan dide, ku pêvajoya cihêbûna cureyên mirovî (homînîdae) ji şempanzeyan, ne ji Afrîkayê, lê li rojhilatê Derya Spî dest pê kiriye.

TEORIYÊN EAST SIDE Û NORTH SIDE BÊN HEMBERÎ HEV

Li gorî paleontolog Madelaîne Bohme ya ku serkêşiya lêkoLîna li Yewnanîstan û Bûlgarîstanê kir, teoriya 'East Sîde Story' ku heta roja îro îdîa dikir pêşiyên mirovan ji rojhilatê Afrîkayê hatine, dike mijara nîqaşê. Bohme destnîşan kir, ku li şûna vê yekê wê teoriya 'North Sîde Story' bikeve rojevê, ku li gorî vê teoriyê jî cihê cihêbûnê Ewropa ye. Bohme diyar kir, ev yek wê di nava cîhana zanistiyê de rê il ber gelek nîqaşan veke.

NE LI AFRÎKAYÊ, WÊ LI ROJHILATA NAVÎN LI KOKA MIROVAN BÊ GERÎN

Bohme anî ziman, ew lêkolînên xwe yên li ser xwarina vî cureyê ku navê El Graeco lê kirine didomînin û ragihand, erdnîgariya lêkolînên antropolojîk û paleontolojîk wê biguhere. Li gorî vê yekê, Îran, Iraq û Lubnan jî di nav de wê ev herêm bibe navenda lêkolînên nû.