Gelê xwecihî yê Brezîlyayê Ka'apor piştgirî da Kurdan

Bi navê gelê xwecihî yê Brezîlyayê Ka'apor peyamek ji bo gelê Kurd hate weşandin.

Bi navê Meclîsa Gel a Ka'apor a li Maranhaoyê peyamek bi dîmen li malpera înternetê hate weşandin û hate gotin, "Ji şervanên jin û mêr ên Kurdan re; Ji bo xweseriya demokratîk em bi we re ne."

Di peyamê de hate ragihandin, kapîtalîzm nikare li ber têkoşîna gelan a ji bo parastina çanda xwe bisekine û hate gotin, "Em jiyana xwe, welatê xwe, çanda xwe diparêzin. Em gef û sîstema çandî û siyasî ya emperyalîzmê red dikin."

Di peyamê de hate gotin, "Ji bo xweseriya demokratîk û îradeya demokratîk a gelan, silav ji berxwedana we ya mezin re."

Gelê Ka'apor li qada rezerv a li eyaleta Maranhao ya di bin parastinê de ye dijî. Şêweyê jiyana wan bûye mijara gelek lêkolînan. Li qadeke daristanî dijîn û hewl didin vê qadê biparêzin.