Gelê Çûkûrovayê ji meşa ber bi Gemlîkê re amadeye

Parlamenterê HDP’ê ya Edeneyê Kemal Pekoz, bal kişande ser girîngiya Meşa Gemlîkê û got: “Sedema krîzên li welat jî tecrîd e.”

Beriya Meşa Gemlîkê ya wê 12’ê Hezîranê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî hat dayin. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê, Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîz a Edeneyê (AATÛHAYDER) û rêvebirên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Wenda Kirine ya Akdenîzê (AYKAYDER), Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û gelek kes tevlê daxuyaniyê bûn.

‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş wiha got: “Tecrîd tê wateya Tirkiyeyeke tarî. Ferzkirina polîtîkaya şer e. Nezanî, xizanî, mehrûmbûn e. Em vê pêkanîna nedemokratîk qebûl nakin. Tecrîd ne pêkanîneke exlaqî, wijdanî û huqûqî ye. Lewre em bi dengek bilind dibêjin ku divê demildest bê rakirin.”

Karakiş diyar kir ku bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê em ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin!” ew ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin û got ku ew ê sibehê seet di 16.00’an de girseya ku wê biçe Gemlîkê bi rê bikin.

‘SEDEMA KRÎZAN TECRÎD E’

Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye û salên dawî tecrîda li ser wî girantir bûye. Pekoz bal kişande ser wê yekê ku sedema gelek krîzên li welat heyî tecrîd e û îşaret bi wê yekê kir ku ji ber tecrîdê hêviya jiyana bi hev re ya gelan roj bi roj tê qedandin û wiha axivî: “Roja Yekşemê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ev meş meşa huqûq û edaletê ye. Ev pêkanînên zalimane bi kêrî dewletê bixwe jî nayê. Ji cidiyeta dewletê dûr e.  Berê digotin ‘keştî xera bûye’ yan jî rewşa hewayê ne xweş e. Niha jî dibêjin ku cezakirî ye, lewma dîtina wî qedexe ye. Hêj qedexehiyek naqede dest bi yeka din dikin. Ne bi tenê li Îmraliyê li her derê pêk tînin. Divê bi carekê dest ji vê pêaknînê bê berdan. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Divê dengê aştiyê ji Îmraliyê bê. Pêşî ji bo gelên Tirkiyê paşê ji bo aramî û ewlehiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê divê rêyek bê vekirin.”