Gel bi girseyî çû şîna gerîlaya YJA Starê Bûrcû Dûrmûş

Gerîlaya YJA Starê Bûrcû Dûrmûş di meha Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerekî de şehîd bûbû. Gel bi girseyî çû şîna sersaxiyê.

Gerîlaya bi navê Arjîn Êrîş Erûh (Bûrcû Dûrmûş) di 18’ê Tebaxê li Metînayê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Ji bo Dûrmûş li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslara Mêrsînê şîn hate danîn.

Komeleya Alîkarî, Hevgirtin û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Windayan ên Mezopotamyayê re (MEYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes çûn sersaxiyê.

Girseya ku ji Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Torosê heta mala malbatê meşiyan gelek caran dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.