Gardiyanan gef xwarin: Edalet nîne, em ê te tune bikin

Girtî Cûmalî Yildirim ji ber ku xwest mafê xwe yê qanûnî bi kar bîne, gardiyanan gef lê xwarin û jê re gotin, "Li vir edalet nîne, em ê te tune bikin."

Cûmalî Yildirim ê 29 salî dema ku li Kirşehîrê li Zanîngehê xwendekar bû, hatibû girtin û 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonê, ji ber ku lêgerîna bi tazîkirî û sermijartina li ser piyan qebûl nekir, gef lê hate xwarin. Yildirim diyar kir ku jiyana wî ewle nîne.

Yildirim 28'ê Kanûnê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan kir.

Xwişka Yildirim Hacer Yildirim diyar kir ku jiyana birayê wî ewle nîne.

Hacer Yildirim diyar kir ku êşkence, kiryarên xerab li birayê wê tê kirin, gef lê tê xwarin û got, "Ji ber ku lêgerîna bi tazîkirî û sermijartina li ser piyan qebûl nekir, ew xistin odeyeke yek kesî ya sar. Piştre jî gardiyanan gef lê xwarin û jê re gotin, 'Tu hîn bûye ku dema sermijartinê de ranebe ser piyan, em zanin ku li vê derê te bikin mirov. Tu zane ku ev der hêlîna êşkenceyê ye? Li vir pîvanên me derbas dibin, em ê te tune bikin'."

Hacer Yildirim diyar kir ku birayê wê xwestiye ku mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne, lê belê gardiyanan jê re gotine, 'mafekî te yê qanûnî nîne, ma gelo destûra bingehîn, edalet heye ku mafê te hebe'. Hacar Yildirim got, "Birayê min bi telefonê ji min re got, 'Hacer, vana dixwazin min li vir tune bikin. Dema ku bi hev re diaxivin dibihîzim, dibêjin 'Em vî tune bikin'. Birayê min dibêje ku jiyana wî ewle nîne. Li Afyonê timî êşkence dibe, beriya 2 mehan heyet kom bû, lê êşkence hîn dewam dike. Birayê min ji min re got, 'Eger tiştek bi serê min bê, berpirsyar girtîgeh e'. Ji me xwest ku em li dozgeriyê gilî bikin."

Hacer Yildirim got, "Êşkenceyên li girtîgehan bila êdî bi dawî bibin. Du, sê salên birayê min mane. Bila raya giştî van bibîne."

Hacer Yildirim ji ber binpêkirinên mafên mirovan her wiha serî li Şaxê Mersînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.