Gardiyanan berê êriş kirin û piştre hevdîtin lê qedexe kirin

Gardiyanan êrişî Alan Koçer kirin û piştre hevdîtin li wî û li kurê wî Bariş Koçer ê girtî qedexe kirin.

Alan Koçer, diyar kir ku di 29'ê Cotmehê de gava ji bo kurê xwe bibîne çûye Girtîgeha Silîvriyê ya Hejmatra 3'yan, gardiyanan êrişî wî kiriye. Alan Koçer behsa wê kêliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin kir. 

Alan Koçer diyar kir ku li girtîgehan "nasnameya terorê" li girtiyan tê ferzkirin û girtî jî ji bo vê pêkanînê protesto bikin hevdîtinê nakin. Koçer anî ziman ku midûrê girtîgehê gotiye "Girtî naxwazin hevdîtinê bikin" û wî jî ji ber ku ji gardiyanan re gotiye "Ji ber bêehlaqîtiya we hevdîtinê nakin" 20 gardiyan êrişî wî kirine. Koçer, ragihand ku ji ber vê mehek cezayê hevdîtinê li wî û kurê wî hatiye birîn. 

Alan Koçer, bilêv kir ku piştî ku gardiyanan êrişî wî kirine, ew birine odeyekê. Koçer, diyar kir ku malbatên din jî bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû dimînin û bi çavê "terorîstan" li malbatan tê nerîn. Koçer, destnîşan kir ku di bin dorpêça gardiyanan de hevdîtinê dikin û berê jî gardiyanan bi qedexekirina hevdîtinê gef lê xwarine. 

Koçer, ragihand ku li girtîgehê girtî bi pêkanînên wekî "nasnameya terorê", "kontrolkirina dev" û "qedexekirina Kurdî" re rû bi rû ne û gava li ber van ferzkirinan radibin ji wan re tê gotin ku "ev fermana îdareyê ye." 

Koçer got: "Em nikarin kincan ji zarokên xwe re bibin. Ceryana wan tim tê qutkirin. Di warê avê de pirsgirêk hene. Her wiha gava ez di telefonê de bi Kurdî bi kurê xwe re diaxivim telefon di cî de tê girtin." 

Koçer, bilêv kir ku 2 hefte ye haya wî ji kurê wî tune ye û îdareya girtîgehê girtiyên siyasî û kesên ji doza Cemaeta Fethûllah Gulen hatine girtin xistine heman cihî.