Gabar: Li Garê têk çûn, wê sala 2021’ê bi temamî têk biçin

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ew biryardar in sala 2021’an bikin sala serfiraziyê. Got ew ê bersiva hewce bidin êrîşên dewleta Tirk a ku li Garê têk çûyî.

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar ji ANF’ê re axivî. Gabar got bi tecawizên li Kurdsitanê û êrîşên ser jinan tevahiya civakê dikin hedef û got, ‘’Sala 2021’an, hêzên me yên YJA Starê li dijî van rewşan wê çalaki û berxwedana xwe geş bike û bibe bersiv.’’

Gabar her wiha diyar kir dema serfiraziyê hatiye, sala 2021’an wê stratejiya şerê şoreşgerî yê gel geş bibe û serfiraziyê bîne.

Gabar 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dayikên şehîdan, li hemû jinên berxweder ên cîhanê û li şervanên YJA Starê pîroz kir, got têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdsitanê, têkoşîna gerîla hêz û moral û wêrekiyê dide hemû tevgerên jinên cîhanê û Rojhilata Navîn. Gabar bal kişande ser Şoreşa Rojava û got, ‘’Bi Şoreşa Rojava û berxwedaniya Şengalê re di têgihiştina mirovan de, fikrên wiha çêbûn ku Kurdatiyeke azadîxwaze û jinbûn geş dibe. Ji ber ku piştî van berxwedanan gelên cîhanê Kurd zêdetir nas kirin.’’

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar bal kişade ser êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê ya li ser jinan û ev nirxandin kir: ‘’Dewlet û desthilat ji bo ku polîtîkayên xwe bêhtir karîger û berbelav bikin jinan weke amûrê bi kar tînin. Tecawizên li Kurdistanê, li Şirnex, Sêrt û Kercosê nîşan didin ku faşîzm ji bo ku civakê bişkînin qirkirina jinan dane ber xwe. Bi bêrûmetkirina gelê me û jinan ku bi êrîşên leşkerî nekarî teslîm bigire, bi şikandina vînê dixwaze li ber pergalê sertewandî bike. Li bara van rûdanan em hêzên gerîla, ji bo ku li qada civakî û leşkerî em têra xwe nebûne bersiv ev mijara rexnedayinê ye. Sala 2021’an hêzên me yên YJA Starê li dijî rûdanên wiha wê çalakî û berxwedaniya xwe geş bike û wiha bersivê bide.’’

Gabar bi berdewamî wiha got: ‘’Îro heke Rêbertiya me hê jî ji hêla fizîkî hêsîr be, civaka me tê qirkirin, hê jî tecawiz li jinan tê kirin, ji vê berpirsên pêşî fermandariya YJA Star û HPG’ê û şervan in. Em hêzên parastinê yên Kurdistanê û jinên azad hay jê hene ku li bara êrîşên faşîst, şêwaza pêngavî, çalakger û derbê li dijmin dide wê qedera têkoşînê diyar bike. Heke em hay ji vê cidîbûna konsepta îmhayê ya li ser Rêbertiya me, gelê me û tevgera me ya azadiyê hebin, bi qasî vê hayjêbûnê ji her alî ve li ser hîmê gerîlatiya dema nû, taktîkên şerê şoreşgerî yê gel bi rengekî karîger bi cih bînin em dikarin vê bikin pêvajoya azadiyê. Em hêzên gerîla her gava jiyanê hay jê hene ku em ji jiyan û azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe berpirs in. Her gav bi vê fikr û hîsê ne.’’

Gabar têkilî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Garê û berxwedaniya gerîla ya li dijî vê êrîşê got, ‘’Berxwedaniya bêhempa a hêzên gerîla yên li Garê yên bi pêşengiya hevalê Şoreş Bêşebep, weke dastaneke nû ya lehengiyê li rûpelên dîroka azadiyê hate nivîsîn. Helbet sefrirazî bi berxwedanê, bi şerekî gav bi gav, bi berdêl çêbû. Gelê Kurd 15 zarên xwe yên herî bedew, herî leheng, dirûst û wêrek di vî şerî de şehîd dan. Bi êrîşên giran ên hewayî yên çar rojan eraziya Garê nema hate naskirin. Bosteke ax nema ku balafirên şer bombe nekirin. Lê artêşa Tirk çi jî kiribe jî li bara berxwedana gerîlayan, şeva 14’ê Sibatê saet ber bi sêyê sibehê ve bi carekê re reviya.’’

Fermandara YJA Starê bi berdewamî têkilî şerê Garê ev anî ziman: ‘’Artêşa Tirk a faşîst li Garê şikiya û tertûbelav bû. Bi operasyona Garê de hê serê sale diyar bû b^eka sala 2021’an wê çawa biçe. Di operasyona Garê de, li dijî êrîşên dijmin berxwedana bêhempa ya hevalên Avareş, Cudî, Erdal, Argeş û Bawer a bi fermandariya heval Şoreş Bêşebab, a li şikeftê, careke dî bi rengekî beloq nîşan daye ku ji alî hêzên me yên gerîla ve, giyanê fedayî yê Apoyî û vîna teslîmnebûyî divê çawa be. Dîsa di vê operasyonê de hevrê Xeyrî, Rojhat, Seyfî, Arhat, Gelhat, Xabûr, Rêber, Delîl û Seydo ku ji bo hevalên xwe xilas bikin xwe feda kirin û ev mînaka giyanê hevrêtiyê yê nav PKK’ê ye, starta sala 2021’an bi serfiraziya Garê dan. Çiyayê Garê ji bo dewleta Tirk bû mîladek. Ji mecbûrî gotin ‘Beriya Garê’ û ‘Piştî Garê’. Hingî wiha şaş bûn û behitîn, di axaftinên xwe yên meclîsê de nema zanîn bê çi bibêjin, çawa bibêjin.’’

Gabar wiha domand: ’’Soylu hêstirên tîmsehan barand. Li wir a ku Soylu da girî, kirî ku ji tirsan biricife, ew bû ku dawiya xwe dît. Garê, ji bo rejîma faşîst a sêyîneya Erdogan-Bahçelî-Soylu, sêgoşeya bermûda ya faşîzma xwerû a Tirk, bû gor. Bi ser de, bêyî ku şer bike zimandirêjî li Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel kir, got nizanim çi nekim ‘bila tifî ser rû û çavê min bikin’. Ne hewce ye ku ew qasî li bendê bimînin, hema ji niha ve mirov dikare tifî ser çavê wî bike.’’

Fermandara YJA Starê Gabar got, ‘’Soylu, yê ku li bara heval Cemal bi kompleksa xwekêmdîtinê ye, divê hedê xwe zanibe, divê hay ji gotinên xwe hebe. Hêzên me yên gerîla, wê destên ku ber bi hevalên me ve diçin bişkîne, zimanê wan bibire. Ev qas aşkere û zelal e.’’

Têkilî mirina êsîrên şer jî Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar ev got, ‘’Ji mirina leşker, polîs û endamên MÎT’ê ku hin jê 5, hin jê 6 sal in di dest me de bûn, berpirs ew in. Gerîlayên ku ev 5-6 sal in li dijî wan êsîran bi helwesteke cuda ranebûyî, çi bû ku bi carekê re van bikujin? Di wê şikeftê de, hemû hevalên me yên gerîla yên ku ji şikeftê berpirs bûn, şehîd bûn. Di rewşeke wiha de ku kesek nikare ji wê şikeftê sax bifilite, van bêbextiyan dikin. Ev çi nakokî ye? Tenê yek gotina me hye; Piştî Garê bila faşîst xeweke rehet nekin.’’

Gabar bi berdewamî got: ‘’Daxuyaniya surprîz ku 10’ê Sibatê, roja çarşemê şefê şerê taybet Erdoganê faşîst wê bikira, bi berxwedana lehengên Garê bû sendromek. Artêşa Tirk a faşîst li Garê şikiya. Şefê şerê taybet û koordîneya opersyonê Erdogan bêgav man ku li têkçûna operasyonê û serneketina xwe mikur werin.’’

Têkilî berxwedana gerîla Gabar ev axaftin kir: “Li Garê ev rastî careke dî hate çespandin; gelek yekîne û tîmên me, li gel ew qas balafirên keşfê û şer tevgeriyane, gihaştine qadên ku dixwestin biçinê, bi ser dagirkeran de çûne û derba kuştinê li wan dane. Ev jî bûye nîşaneya wê ku gerîlatiya modernîteya demokratîk, tekane qoza di dest dijmin de, teknîk jî pûç kiriye. Li gel dezavantajên mewsîma şer jî, gerîlatiya serdema nû, bûye xwedî performanseke zêde ku her cure teknîkê pûç bike, xwedî qabîlîyeta taktîk û zîrektiyê.’’

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gabar bi berdewamî wiha bilêv kir: ‘’Hêzên gerîla bi dersên ku me ji salên berê standin, bi encamên ku me jê derxistin, bi nîqaşên kûr em ketin sala 2021’an. Di civînên xwe yên salê yên Konseya Fermandariya HPG’ê û Konseya Leşkerî ya YJA Starê de me biryarên girîng standin û plansazî danîn. Gotebêjên berfirehî hatin kirin bê ka stratejiya şerê şoreşgerî yê gel bi taktîkên karîger wê çawa were xurtkirin.

Fermandarî û şervanên YJA Starê ji bo ku pratîka sala 2021’an bi serfiraziyê were tacîdarkirin û têkneçûyina gerîla şanî her kesî bidin, biryariyeke mezin danîn hole. YJA Star û HPG beriya her tiştî hêzeke wiha ye ku weke hêza temînatê ya nirxên têkoşîna 40 salî, Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me rêxistniya xwe kiriye. Hêzeke wiha ku xwe li ser van heqîqetan rêxistinî kirî, beriya her tiştî berpirsyariya vê, fedakariya vê, binbariya vê ya ûcdanî ji kûr ve wê bijî û her gav vê dijî. Li gel vê, berpirsyarî bi rengekî herî baş çawa dikarin werin bicihanîn, ji bo vê divê hazirî, çalakî û şêwazeke çawa were danîn, li ser van hêlan jî me gotebêjên berfireh kirin.

Ji hêla hêzên me yên gerîla ve, şîrovekirineke xurt a rengê pêvajoya leşkerî û siyasî û li gorî vê afirandina bersivên xurt, ji bo pêşwazîkirina li pêvajoyê girîng e. Ji bo Rêbertiya me, helwesta xurt a gerîla her demê ji her tiştî girîngtir bûye. Ji ber vê, serkeftin, bi teqezî serfirazî deynê me yê li jiyana azad e. Her milîtaniya ku dizane ji hêviyên Rêbertiya me, gelê me, jina nû pêvajoyê re bibe bersiv, di bin fermana xeta şerê şoreşgerî ya gel de, bi gerîlatiya bîrewer û hakimî karê xwe, ji xwe re kiriye rêgez ku bi teqezî peywirên xwe bi ser bixe. Dema ku nêzîkatiyeke wiha li pêvajoyê were kirin, wê mohra serkeftinê li qedera Kurdan were danîn û ti hêz wê nikaribe pêşî li vê bigire. Serfirazî wê bibe ya gerîlayên azadiyê.’’

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar li ser berxwedaniya gerîla a sala 2021’an jî wiha got:

‘’Sala 2020’an bû saleke wiha ku di navbeyna berxwedan, jiyan û rastiya jinê de têkiliyên xurt û qutnebûyî ava bûn. Li ser sala 2021’an jî, em biryardar in ku vê salê bikin sala mesa ber bi serfiraziyê, ku di navbeyna berxwedan, jiyana azad û jina azad de bi serfiraziyê têkiliyên hê xurtir hatî danîn. Ji par heta niha li hemû eyaletên Kurdistanê, li her herêmê şerekî giran çêbû, niha jî heye û wê hebe. Di têkoşîna giran de berxwedanî û serkeftinên bêhempa çêbûn. Bi afirandiniya taktîk û serweriya teknîkê berxwedanî hatin kirin. Lê ev ti caran ji bo me ne bes in. Êdî dema wê hatiye ku em Hêzên Parastina Gelan serfiraziyê bi dest ve bînin. Ji ber vê me got, ‘’Dema azadiyê ye’’. Êdî dema wê hatiye ku em serfiraziyê diyarî Rêbertiya xwe, gelê xwe, jinan û zarokan bikin. Em bi vê bawerî, îdîaya mezin û biryardariya mezin ketin sala 2021’an û em ê bi teqezî ser bikevin.’’