Fransiyan bang kirin: Em Efrînê rizgar bikin

Li Fransayê, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, akademîsyen, hunermend û parêzvanên mafên mirovan bi sernavê "Em Efrînê rizgar bikin" bang kirin.

Metna bangawaziyê li rojnameya Liberationê hate weşandin û hate gotin, "Ji bo pêşî li bomberdûmana artêşa Tirk a li ser Kurdên li Bakurê Sûriyeyê bê girtin, divê Fransa li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin."

Rewşenbîrên Fransî bi bîr xistin ku artêşa Tirk a dagirker ji 20'ê Çileyê ve ji hewayî û bejahî ve her roj bombeyan li sivîlên li Efrînê dibarîne û destnîşankirin ku berevajî propaganda û hesabên jeopolîtîk ên Erdoğan ew bi rastiya li herêmê zanin.

Di bangawaziyê de hate gotin, "Ya ku tê kirin, li dijî Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li dijî Kurdên li Efrînê operasyona paqijkirina etnîkî ye (...) Ji destpêka êrîşên hewayî bejahî ve êrîşeke bi vî rengî tê kirin û tê hilweşandin. Nêzî 400 sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn. Mîna her carê jin û zarokan berdêla herî giran dan."

Rewşenbîran diyar kirin ku êrîşên li ser navenda Efrînê, êrîşên li binesaziya sivîl û bombekirina nexweşxaneyan bû sedem ku bi sed hezaran mirov cih û warê xwe biterikînin û gotin, "Civaka navneteweyî eger di pratîkê de helwesteke tund li dijî vê nîşan bide, wê pêşî li qewimîna rewşeke xerabtir bigire. Li pêşberî trajediya li pêş çavên me diqewime nerazîbûna tenê bi gotinan, ne helwesteke bi rûmet e û ne bi bandor e."

Di bangawaziyê de hate hate ragihandin ku piştî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kir û hate gotin, "Fransa xwedî roleke taybet e. Weke endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, weke endamê NATO'yê û aktorekî girîng li herêma krîz lê heye, dikare dengê welatê me bide bihîstin."

Di metnê de ev bang hate kirin: "Ji ber rewşa lezgîn em ji Fransayê dixwazin ku ji bo li bakurê Sûriyeyê bi taybetî li Efrînê herêma li firîna balafiran qedexe bê ragihandin, çi jê tê bike."

Kesayetên mohra xwe danîn binê metna bangê: Serokê SOS Racisme Dominique Sopo, Serokê Weqfa “Nature et l’Homme” (Xweza û Mirov) Audrey Pulvar, komedyen Josiane Balasko, hunermend Yannick Noah, Serokê Licra Mario Stasi, Serokê LDH (Lîga Mafên Mirovan) Malik Salemkour, Serokê Cranê Louis-Georges Tin, doktorê servîsa lezgîn Patrick pelloux, sînemavan Louise, ji Afrîna Başûr profesorê Zanîngeha Witwatersrand Achille Mbembe, sînemavan Yvan Attal, komedyen Michel Boujenah, parêzerê Baroya Parisê Dominique Tricaud, Serokê Kolektîfa Urgence Darfourê Jacky Mamou, Serokê Tevgera Anarşîst a Ewropayê Benjamin Abtan.