Fransayê Tirkiye hişyar kir

Hikumeta Fransayê diyar kir ku divê Tirkiye dûrî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Fransayê diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê wê li dijî berjewendiya Koalîsyona Navneteweyî be.

Piştî ku DYE diyar kir ku ew ê leşkerên xwe vekişîne, gefên êrîşkirina dewleta Tirk didome.

Fransa ya ku yek ji pêkhateya Koalîsyona Navneteweyî ye diyar kir ku heke êrîş were kirin wê encamên vê êrîşê gelekî giran be û wê ev êrîş bi kêrî çeteyên DAÎŞ’ê were.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew bang li Tirkiyeyê dikin ku bila li dijî berjewendiyên Koalîsyona Navneteweyî tevnegere.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên QSD’ê di şeran de bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê girtine û divê ev çete werin darizandin, heke Tirkiye êrîş bike, dibe ku ev çete birevin.