Forûma Çandê ya Elmanyayê ji bo Tûglûk dest bi kampanyayê kir

Forûma Çandê ya Elmanya Tirkiyeyê, ji bo berdana siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Aysel Tûglûk dest bi kampanya îmzeyan kir.

Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûglûk ji sala 2016'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê dîlgirtî ye. Rewşa tenduristiyê ya Tûglûk her nebaş dibe.

Forûma Çandê ya Elmanya Tirkiyeyê ji bo Tûglûk daxuyaniyek da û rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' ya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de ku bi Elmanî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hate weşandin hate gotin, "Di raporê de Fakulteya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê de tê gotin ku Aysel Tûglûk bi nexweşiya kronîk û Alzheîmer a giran ketiye, lewma nabe ku li girtîgehê bê hiştin, divê tavilê bê berdan. Lê belê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ya ser bi Wezareta Edaletê ve ev daxwaz red kir."

Forûma Çandê ya Elmanya Tirkiyeyê xwest, zexta hikumeta Tirkiyeyê ya li muxalîfên girtî bi dawî bibe, mîna Aysel Tûglûk girtiyên nexweş, her wiha Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Gultan Kişanak, siyasetmedarên mîna wan, bi hezaran girtiyên siyasî bên berdan."

Kesên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê wiha ne:

“Erk Acarer, Ahmet Akgün, Lale Akgün, Rezan Aksoy, Kemal Aktaş, Ali Atalan, İmran Ayata, Nursel Aydoğan, Berivan Aymaz, Hayko Bağdat, Celal Başlangıç, Oya Baydar, Osman Baydemir, Saadet Becerikli, Lezgin Botan, Safter Çınar, Abdullah Demirbaş, Renan Demirkan, Can Dündar, Dilek Dündar, Ragıp Duran, Aydın Engin, Aslı Erdoğan, Bernhard von Grünberg, Ülkü Gürkan-Schneider, Tuba Hezer Öztürk, Leyla İmret, Selma İrmak, Hasip Kaplan, Yılmaz Karahasan, Atilla Keskin, Besime Konca, Kader Konuk, Klaus Kost, Ertuğrul Kürkçü, Nafiz Özbek, Bedia Özgökçe, Ziya Pir, Anton Rütten, Faysal Sarıyıldız, Herbert Schmalstieg, Nora Şeni, Ferhat Tunç, Günter Wallraff, Gülçin Wilhelm, Kemal Yalçın, Sibel Yiğitalp, Ahmet Yıldırım, Ayşe Yıldırım, Ragıp Zarakolu.”