Fezlekeya Salîha Aydenîzê şandin Wezareta Edaletê

Fezlekeya ji bo rakirina mafê destnedayînê yê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê hat amadekirin, şandin Wezareta Edaletê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hincetên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de bi hincetên weke “Li dijî polîsan derketiye”, “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye û birîndar kiriye” û “Beşdarî xwepêşandan û meşa bêdestûr bûye” fezleke amade kir û şande Wezareta Edaletê.

Piştî lêkolîna wezaretê jî dê fezleke ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re were şandin û ji wir jî bi daxwaza “rakirina destnedayînê” bişînin Meclîsê.