'Festîvala Zehra Dogan a cîhanên cuda' dewam dike

'Festîvala Zehra Dogan a cîhanên cuda' ku li bajarê Morlaîx ê Fransayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike.

'Festîvala Zehra Dogan a cîhanên din' ku doh li bajarê Morlaîx ê Fransayê dest pê kir di roja duyemîn de ye. Festîval wê heta 21'ê bidome. Di çarçoveya festîvalê de wê pêşangeh, konser, civîn û nîşandana fîlman bên organîzekirin.

Di beşa doh a festîvalê de siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz axivî.

Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîrê sûcê şer û yê li dijî mirovahiyê kir û got, "Bêdengiya li pêşberî Erdogan û hikumeta wî, hîn jî dewam dike wê weke şermekê timî bê bîra mirovan. Ji ber ku wê wextê bêdengî hebû, Erdogan niha heman sûcên şer û yê li dijî mirovahiyê dike. Welê lê hatiye ku nikare xwe li bêdengiya Dayikên Şemiyê jî rabigire."

Di çarçoveya festîvalê de wê li bajarên biçûk ên Saînt Martîn des Champs, Ploûezoc'h, Ploûgonver, Lanmeûr, Ploûrîn, Morlaîx, Kergûerwen û Brest ên herêma Brotonyayê çalakî bên lidarxistin. Gelek kafe û restoran destekê didin festîvalê.

Bi navê komîteya amadekar a festîvalê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku Zehra Dogan ji ber rojnamevanî û berhemên xwe ji aliyê hikumeta Tirk ve dîl tê girtin.

Di festîvalê de tevî berhemên ku Zehra Dogan beriya girtinê çêkir, yên li girtîgehê afirand jî wê werin nîşandan.