Fermandariya QSD: Di windabûna Telal Silo de destê Tirkiye heye

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî Telal Silo daxuyaniyek nivîskî da û got: “Talal Hiso bi hevkariya îstixbarata Tirkiye û hevkariya hinek kesên ji malbata wî, winda bûye.”

Fermandariya Giştî diyar kir ku beriya niha bi dehan car Berdevkê QSD’ê Telal Silo ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû gefkirin, di windabûna  Silo de destê îstixbarata Tirkiyeyê heye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkildarî windabûna Talal Silo daxuyaniyek nivîskî parev kir û ev agahî da:

“Windabûna Berdevkê Fermî yê QSD’ê Telal Silo ji aliyê raya giştî ve hate nîqaşkirin û ev mijar bûye rojeva gelek dezgehên çapemeniyê. Ji bo zelalkirina tişta ku çêbûye, wekî QSD’ê em dibêjin ku  Telal Silo tevî koma girêdayî wî, bi daxwaz û xwesteka xwe beşdarî QSD’ê bibû. Ew bi awayekî fermî wekî berdevkê QSD’ê hatibû peywirdarkirin û heta kêliya ku têkilî jê hate qutkirin li ser karê xwe bû.

Telal Silo di nava hêzên me de xwedî cihê rêzdariyê bû û hemû erkên xwe bicih tanî. Ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek çaran zext û provakisyonan lê dihat kirin. Ew bi kuştina zarokên wî ku li Tirkiyeyê dimînin, dihat gefkirin.

Ji kêliya ku winda bûye hetan niha, hêzên lêpirsîn destpê kirine. Divê were zanîn ku Telal Silo beriya niha ji ber zext û pirsgirêkên li pêş karê wî disekinîn, daxwaza îstîfayê kiribû. Ji ber vê yekê ew bi destê istixbaratên Tirkiyeyê û hevkariya hin kesên ji malbata wî, winda bûye.

Wekî QSD’ê em ji raya giştî re dibêjin ku em ê karê xwe û têkoşîna li dijî terorê dewam bikim, her wiha xebatên ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, federal, azad û nenavendî bidomînin.

Wê hertim biratiya gelan, dengeya karê me be û em ê pê nasnameya xwe ya leşkerî diyar bikin. Bi vê bûyerê wê bandor li hêzên me neyê kirin û em ê piştre encama lêpirsînên xwe eşkere bikin.”