Fermandariya Qada Dersimê ya HPG'ê hişyarî da

Fermandariya Qada Dersimê bal kişande ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk ku li ser gel û welatê Kurdistanê dimeşîne û got, hemû qadên leşkerî di hedefa wan de ne. Fermandariyê hişyarî da gel ku ji qadên leşkerî dûr bisekinin.

Daxuyaniya Fermandariya Qada Dersimê ya HPG'ê wiha ye:

''Li dijî şerê qirkirinê ku rejîma TC'ê ya faşîst li ser gelê me dike gelê me û tevgera me berxwedaniyeke mezin û birûmet dide. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi şerekî giştî li ser gel û cografyaya Kurdistanê tevgereke qirkirinê daye destpêkirn. Qirkirina sirûştê ya ku ji mêj ve ye li ser cografyaya Dersimê van salên dawî zêdetir bûye. Dijmin plana ji nû ve dagirkirina Dersimê bi çêkirina bendan, kalekol, kûle û rê didome. Tê xwestin ku vê cografyayê ku bi salan gelê me ji zilmê parastiye ji alîyekî bêparastin bihêle û ji aliyekî ve jî şopa hemû komkujiyên ku kirine, rakin. Li vê cografyayê ku hestiyên bi hezaran zarên Dersimê yên bêgor hene, qirker dixwazin bi planên nû yê3n daigrkirinê komkujiya xwe ebedî bikin. Di vê pêvajoyê de ku berxwedaniyeke dîrokî tê dayin, divê gelê Dersimê li dijî van polîtîkayên qirkirinê hişyar be, bi avakirina qeleqol, înşeata bendanva û bi navê bazirganiyê erzaq û lojîstikê nebe û nebe parçeyek ji plana qirkirinê. Deynê li ser stûyê me ye ku em ji vê qirkirin û dagirkeran hesab bipirsin. Hemû qadên leşkerî yên rejîma faşîst di hedefa me de ne. Ji bo ku zirar neyê ser gel û sivîlan bi ti rengî divê nêzîkî dijmin nebin û ji qadên leşkerî dûr bin. An na di rewşeke berevajî de ji ziyanan em ê ne berpirs bin.

Di demeke nêz de bi rêya îhaleyê firotina pezkoviyên Dersimê biryara walîyê rejîma dagirker a Dersimê ya nêçîrkirina pezkoviyan parçeyek ji wê qirkirinê ye ku rejîma mêtinggerr bi sedan sal in li ser gelê Dersimê û cografyaya Dersimê rê ve dibe. Rejîma faşîst ku êrîşê tîne ser hemû pîroziyêen gelê me, êrîşa li ser sirûşta pîroz a Dersimê dike rant, bi nêçîrkirina pezkoviyan ku di sirûşta Dersimê de xwedî cihekî girîng e ji aliyekî ve komkujiya sirûştê dike û ji aliyekî ve jî bi navê nêçîrvaniyê dixwaze faalîyetên kontra bike. Divê were zanîn li dijî van faalîyetên kontra yên bi mebesta deşîfrekirina qadên gerîla em ê bê helwest nemînin. Gelê me li dijî van polîtîkayan divê hişyar be û nebe parçeyek ji vê.''