Fermandariya NPG'ê: Xwîna hevrêyê me Welat wê li erdê nemîne

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever bi bîr anî, ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi bîr xist ku fermandarê gerîla Welat Gever li gelek herêman têkoşiya ye û ev peyam da:

"Di salvegera 36'an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de di şexsê hevrê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Nemirên berxwedana şoreşgerî ku bi Hakî Karer re dest pê kirin û bi şehîdên 14'ê Tîrmehê re dewam kirin, weke afirînerê ruhê fedayî bûne biryardariya geşkirin û biserxistina berxwedanê.

Li dijî şerê qirker û mêtinger ê TC'ê yê li Kurdistanê, weke tevger û gel em bi berdêlên giran li ber xwe didin. Ev berxwedana me gihîştiye asta topyekûn. Ne karekî hêsan bû ku em ji rewşa gelekî kole, bê nasname û bê statu rizgar bûn bûn gelekî ku ji aliyê tevahiya gelên cîhanê ve tê naskirin û hurmet jê re tê nîşandan. Di vê demê de ku şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd bi dijwarî dewam dike, tevgera me, gelê me Û dostên me li hemû parçeyan û li deveyî welat di nava her şert û mercî de xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin û vê yekê weke çavkaniya mezin a hêvî û rizgariyê dibînin.

Têkoşîna me ku roj bi roj bêhtir nêzî azadiyê dibe, bêguman bi saya şehîdên me yên leheng ku di vê oxirê de canê xwe feda kirin, dan pêş û tevlî karwanê nemiran bûn, gihîşte vê astê. Bi saya bi hezaran şehîdên me yên leheng, rastiya têkneçûyî ya têkoşîna me îspat bûye. Eger gel û tevgerek xwedî canbexşan be, ew gel û tevger têk naçe û kes nikare li ber azadiya wî gelî û tevgerê bisekine. PKK'ê ev yek îspat kiriye, lewma partiyeke şehîdan e. Ji bo dilsoziya bi şehîdan re xwedî biryar e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ser bixîne. Berdêlên vê armancê jî gelekî giran in. Hevrêyên me yên di oxira doza azadiyê de şehîd dibin, weke temamiya nirxên me çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ne. Gel û tevgera me ku xwe dispêrin hêza şehîdan, êrîş ji ku tê bila bê, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê ji armanca xwe venegerin. Faşîzm bi ti awayî nikare pêşî li rastiya gelekî ku bi şehîdên xwe serbilind e bigire. Eger ya ku gelekî dike ku qet têk neçe ewladên wan ên fedayî bin, ya ku ewladên wan ên canbexşane nemir dike jî, xwedîderketina bi rûmet a gelê me ye.

Xwîna şehîdan a li her bihosta axa Kurdistanê rijiya ye, li wê derê jiyaneke nû û vejîn afirandiye. Gelê me yê Geverê ku bi şehîdên xwe yek ji kelehên berxwedan û welatparêziyê ye û di têkoşîna me de bi berdêlên xwe timî bûye xwedî roleke diyarker, fermandarekî xwe yê din ê leheng û bi rûmet hevrêyê me Welat Gever tevlî karwanê şehîdan kiriye.

LI GELEK HERÊMAN FERMANDARÎ KIR

Hevrê Welat hîn di emrê ciwantî de, sala 1993'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û demeke dirêj li gelek qadên şer bi fedakariyeke mezin bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû û heta roja dawî bû ewladekî hêja yê gelê xwe, şervan, fermandar, milîtan û hevrêyê partiya xwe. Ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojava, ji Zagrosan heta Amed û Xezanê li çar parçeyên Kurdistanê bû xwedî dekeke mezin û cihê xwe di dilê gel û hevrêyên xwe de girt. Ji dema şervaniya xwe heta wezîfeya li nava Konseya Leşkerî ya HPG'ê, hemû erk û wezîfeyên xwe bê kêmasî bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrê Welat ji bilî serketinê tiştek qebûl nedikir û di jiyana xwe de cih neda têkçûnê. Li her herêma lê ma bû fermandarekî mînak û mezin ê artêşa xwe û partiya xwe. Bû milîtanekî serketî ku tirsa dilê dijmin bû. Bi ked û sekna xwe cihekî mezin di dilê gelê xwe de girt û fermandarekî mînakdar ê hevrêyên xwe bû. Hevrê Welat ku bi kesayetiya xwe ya partiyê, bi sekna xwe ya dilnizm û kedkariya xwe li pêş bû, wezîfeya xwe ya dawî ya Fermandariya Eyaleta Xerzanê jî bi sekna xwe ya pêşeng bi cih anî.

MILÎTANÊ PKK'Ê BÛ KU DI ASTA HERÎ BILIND DE WELATPARÊZÎ TEMSÎL DIKIR

Hevrê Welat li dijî komkujî, mirin, êşkence û zilma ku di tevahiya dîrokê de li ser gelê me hatiye ferzkirin, her tim bi hêrs bû. Hesabprsîna dîrokî ji dijmin ji bo xwe weke deynekî didît. Hevrê Welat bi taybetî nokerî û xiyanet efû nedikir û ew weke dijminê herî mezin didît. Hevrê Welat li dijî wan bi rengekî bê eman têkoşiya û milîtanekî PKK'ê bû ku bi şiyara 'Li Kurdistanê cihê nokerî û xiyanetê nîne' di asta herî bilind de welatparêzî temsîl dikir.

EWLADÊ BÊHEMPA YÊ GELÊ XWE

Gelê Geverê yê welatparêz û hêja, divê hûn bi hevrê Welat re serbilind bin. Ji bo we bextewarî ye ku hûn xwedî ewladekî wêrek in ku ji bo gelê xwe jiya, di oxira azadiya gele xwe de li her qadê bê tirs şer kir û canê xwe feda kir. Her wiha ji bo we bextewarî ye ku hûn xwedî hevrêyekî ne ku her kes dixwaze bibe şopdarê wî. Ew ne tenê ewladê gelê Geverê bû, ew ewladê bêhempa yê tevahiya gelê Kurd bû. Weke hevrêyên têkoşînê, weke nûnerên felsefeya ku 'dilsoziya bi şehîd re weke destpêka mirovbûnê dibîne', mîna hevrêyên xwe yên din ên şehîd em ê hevrêyê xwe Welat jî ji bîr nekin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîneke bi heybet bikin ku Wî jî tevlî karwanê nemiran bikin. Xwîna hevrêyê me Welat wê li erdê nemîne. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê xwe, ji gelê Geverê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."