Fermandariya Biryargeha NPG’ê ji bo Însiyatîfa Parastina Kurdistanê peyam şand

Fermandariya Biryargeha NPG: Bêguman kampanya ku we li ser vê bingehê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daye destpêkirin û karê ku hûn ji bo diyaloga nava Kurdan û aştiyê dikin, ji bo nirxên demokratîk û azadiyê wê encamên girîng biafirîne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) peyamek ji bo Îsiyatîfa Parastina Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya Tirk hatiye avakirin şand.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (NPG) wiha ye:

“Di vê dema girîng a dîrokê de ku we ewrên reş û tarî yên li ser paşeroja gelê Kurdistanê dîtin, rîsk û metirsî dan pêş çavên xwe û hatin qada Başûrê Kurdistanê ku li vê qadê xeterî heye, karê ku hûn dikin û Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ya ku we ragihandiye gelekî hêja ye û xwedî wateyeke mezin a mirovî ye. Ji ber vê nêzîkatiya we, ku ji bo mirovahiyê cihê serbilindiyê ye, bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê we pîroz dikin, bi coşa şoreşgerî we silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Ev hewldana we ku ji 14 welatên Ewropayê bi navê enternasyonalîstên ji bo maf, edalet û mafên mirovan têdikoşin û welatparêzên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Ewrpoayê hûn li hev kom bûn, ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê yên herêmê gelekî bi wate û hêja ye. Ev gava we mînaka herî bedew e ku nîşan dide, mirovahî nemiriye, wijdanê mirovahiyê di dewrê de ye. Hewldana we ya hatina Kurdistanê, hatina qadên şer di heman demê de ji bo gerîlayên azadiyê û Kurdistaniyên ku dilê xwe ji bo têkoşîna azadiyê lê dide, bûye moraleke mezin, bûye helwesteke girîng a piştevaniyê.

Li pêşberî helwesta we ya xwedîderketina li gelê Kurd ê mezlûm ku li Rojhilata Navîn ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin, li hemberî nêzîkatiya we ya dostane ku ji bo pêşîgirtina li şerê nava Kurdan hûn ketin nava liv û tevgerê, helwesta wezîfedarên Başûrê Kurdistanê ya ku li kevneşopiya mêvanperweriya gelê me nayê, em gelekî êşandin û xemgîn kir. Ji ber vê yekê jî em lêborînê ji we dixwazin. Zanibin ku gelê me wê her tim bi minet û hurmet nêzî mirovên mîna we hêja bibe, ku hûn bê alî ne û armanca we tenê ji bo xizmeta ji nirxên azadiyê, demokrasiyê, aştiyê û gelê Kurdistanê ye.

Dost û hevrêyên hêja!

Paşeroja gelê Kurdistanê bi rastî jî di nava metirsiyeke mezin de ye. Li Tirkiyeyê, hemû hêzên nijadperest, şoven û komkujer ên li nava dewletê ji sala 2015'an û pê ve bûn yek û bi şêweyê Koalîsyona AKP-MHP-Ergenekonê hikumetek ava kirin. Yekane mijara ku ev hêzên tifaqê li ser li hev dikin, dijminatiya li Kurdan e, bicihanîna polîtîkayên qirkirinê li Kurdistanê ye. Ji bo vê jî bi şerekî topyekûn êriş li dijî hebûn û destketiyên gelê me tê kirin. Ev rejîma çete ya faşîst, ku piştgiriyê ji hêzên Komploya Navneteweyî werdigire, ji bo bigihêje armanca xwe di serî de li Zindana Îmraliyê, li dijî hevrêyên me yên dîlgirtî, gelê me, hêzên siyaseta demokratîk bi rengekî tund terora dewletê dikin. Dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe ya dawî, bi armanca tunekirina hêzên me yên gerîla ku hêza parastina gelê me ye, her cûre amûrên tunekirinê yên teknîkê û çeka kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze bigihêje encamê.

Di vî şerî de ku hevsengî tê de nîne, dewleta Tirk a mêtinger li hemberî berxwedana bi biryar û mafdar a hêzên me yên parastinê û gelê me nikare encamê werbigire. Hêzên rejîma faşîst-qirker li ser bingeha konsepteke berfireh a dagirkerî û tunekirinê li xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kirin û li berxwedana bêhempa ya gerîla rast hatin, lewma xitimîn. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, bi derxistina şerekî navxweyî yê nava Kurdan dixwaze kelehê ji hundir ve bi dest bixe. Rejîma Tirk a faşîst-qirker a heyî, bi tunekirina gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hem dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, hem jî li Tirkiyeyê sîstema xwe ya rejîma faşîst mayinde bike. Ev rejîma faşîst, bi xewn û xeyalên Osmaniya Nû, xwe dispêre çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê û bi vî rengî dixwaze bibe hêzeke emperyal a herêmî. Eger ev hêz bigihêje armanca xwe wê ji bo herêma Rojhilata Navîn û gelên Ewropayê veguhere gefeke mezin. Lewma têkoşîna ku gerîla li dijî dewleta Tirk a faşîst dimeşîne, ne tenê ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd e, di heman demê de ji bo paşeroja demokratîk a gelên bira û gelên herêmê gelekî girîng e.

Dostên hêja!

Têkoşîna me bi esasî têkoşîneke hebûn û azadiyê ye. Em weke gel dixwazin li vê xakê bi rengekî mirovane bijîn, ji bo civakeke hemdem, demokratîk wekhev-azad li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo me xwe bi rêxistin kiriye. Em hêzeke xweparastinê ne ku li dijî terora dewleta Tirk ava bûne. Em niha li dijî artêş-rêxistiniyeke çete ya xwedî teknolojiyeke mezin, li dijî rejîmeke faşîst a xedar, berxwedaneke dîrokî û jiyanî dimeşînin. Di rewşeke wiha de nepêkane û ne aqilane ye ku em bi 5 kîlometreyan li pişt eniyê, li dijî hêzeke cuda şer ragihînin. Bi taybetî di vê dem û astê de, em şerê navbera Kurdan weke felaketê dibînin. Mixabin liv û tevgera heyî, bicihbûna heyî di pozîsyoneke welê de ye ku di her kêliyê de dikare bibe sedema şerekî navxweyî. Di vê serdemê de ku pirsgirêkên herî giran jî bi diyalogê tê çareserkirin, eger em; weke gelê xizan û bindest li ber hev rabin û şerê hev bikin, ev yek ji bilî paşverûtiyê, ji bilî paşdemayinê wê neyê ti wateyê. Ji ber vê yekê em bi xurtî baweriya xwe pê tînin ku bi navê PKK û hêzên xweparastinê yên gelê me, divê pirsgirêk hemû bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Bi diyalogeke li nava Kurdan ti pirsgirêk nîne ku neyê çareserkirin. Lewma di navbera me û PDK'ê de ti pirsgirêk nîne ku neyê çareserkirin. Yekane pirsgirêka di vê mijarê de; êrişkariya mêtingeriya Tirk a faşîst e, fitneya ku dixe nava Kurdan û polîtîkayên şaş ên PDK'ê ye. Em ji her rêyê re vekirîne ku vê lîstika nemerdane ya dewleta Tirk pûç bikin û li ser bingeha nirxên demokratîk û neteweyî pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di vê mijarê de em dixwazin ku saziyên demokratîk-welatparêz, hêzên sivîl ên navneteweyî û hûn dostên hêja baş zanibin ku em amade ne hemû berpirsiyariyên xwe yên ji aliyê we dostên hêja ve bêne diyarkirin, bi cih bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan dema ku diyalog û nêzîkatiyeke wekhev bê nîşandan, ji bo me ti pirsgirêk wê tune be.

Em di wê baweriyê de ne ku li welatê me; paşerojeke xwe dispêre azadiya jinê, bi nirxên demokratîk ve dilsoz e û bi rengekî azad bi hev re dijî, tenê li ser vê bingehê bi hevgirtina civakî û neteweyî dikare bê afirandin. Di vê mijarê de tevkariya we dostan, girîng e. Lewma ev helwesta we, 'Kampanya Kurdistanê Biparêze' ku we li welatê gelê Kurd ê weke 'gelê bê parêzer' tê pênasekirin, li Kurdistanê dane destpêkirin, xwedîderketineke bêhempa û hêja ye. Bêguman kampanya ku we li ser vê bingehê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daye destpêkirin û karê ku hûn ji bo diyaloga nava Kurdan û aştiyê dikin, ji bo nirxên demokratîk û azadiyê wê encamên girîng biafirîne. Em careke din we endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ji ber vê hewldana xwe ya cihê şanaziyê ye, pîroz dikin û di vî karê we yê pîroz de serketinê hêvî dikin.

Li gel rêz û silavên xwe yên herî jidil...”